Î’lem eyyuhel ezîz! Rûyê te, tevî ku ewqas piçûk e, çawa ku qasî hejmara hemû însanên çûyî û yên bê, xwediyê nîşan û elametan e ku te ji wan vediqetînin, dinasînin. Di esas û erkanê ku rûyê te teşkîl dikin de jî, hemû însan bi te re yek in. Di hemû însanan de, du alî hene ku yekî wî, tewafûq e û yê din jî, texaluf e. Aliyê texaluf û cihêtîyê, nîşan dide ku Sanî muxtar e, xwedî qest û îrade ye; hêla tewafuq û lihevçûnê jî, delîl e ku Senetkar, Wahidê Ehed e, yek e. Muhala herî ecêb e ku meriv zen bike ev herdu alî, bi qesta qasidekî û bi îxtiyara muxtarekî û bi îrada murîdekî û bi ilmê alimekî çênebûne. Fesubhanellah! Li wê rûpela rûyê piçûk, çi nîşanên bêhed hatine bicîhkirin ku bi çav tên xwendinê, lê bi aqil û ferasetê, nayê xuyan.
Digel evê texalufa di hemû însan de, ew tewafûqa di cinsê genim û tirî û mêşa hingiv û morîyan de, wek rojê eşkere ye ku evana karên tesadufê nînin. Madem ku di rewş û rengên kesret û pirayetiyê ya awha dûr û fireh û zirav de, îmkana mudaxeleya tesadufê tune. Û ji destê tesadufê hatiye parastinê. Bes tenê bi qesta Hakîmekî û bi îxtiyara Muxtarekî û di daîra teserrûfa îrada Murîdekî Semî’ û Besîr de ye.
Qerarê ku Rîsaleyê Nûr, derheq nefiy û derkirina ji alema Îslamê ya şebekeya fesadê ku ji tesaduf û şirk û tabîatê pêk tê, hatiye înfazkirin.
Î’lem eyyuhel ezîz! Wesweseyeke ku şeytan davêje dilê meriv ev e:
Ey şeytanê însî yê ku dibêjî “Yaw, ev mîh yan jî çêleka han, ku milk û neqşê Qadir û Alimê Ezelî ba, dê evqas miskîn û bêçare nebûya. Ger di hundirê wan de qelema Sanîekî Alim û Qadir û Murîdekî bixebitiya, evqas cahil û miskîn û êtîm nediman” û wuhareng, muelimtiya şeytanên cînnî dikî! Kî layiqê çi be, Xwedê Teala, ewê didê. Û li gor meslehet û menfîetê didiyê. Ger dayîn û îhsana Wî, dervayê vê qaîdeyê ba, gere guhê kerê te, ji te û ji mamosteyên te aqiltir û alimtir bûya. Û di hundirê tiliya te de, şuûr û îqtidareke ku ji şuûr û îqtidara te pirtir, çêdikir. Nexwe, heddê her tiştekî heye. Ew tişta, bi wî sînorî, hatiye qeydkirin.
Qederê, li gor her tiştî, mîqtarekî û li gor wê mîqtarê jî, qalibekî fesilandîye, dayê. Qabîliyeta feyz û bereketa ku ji Feyyazê Mutlaq girtiye, li gor wê qalibê ye.