Gelo ev însan zen dike ku ewê beredayî bimîne. Haşa! Bîlakîs, însan namzedê ebedê ye. Û berendamê seadeta ebedî û şeqaweta daîmî ye. Piçûk û mezin, pir û hindik, dê heq û hesabê her kirinê xwe, bide. Dê yan şabaş yan jî şîmaqê bixwe.
Va ye şahidên heqîqeta evê ayeta ku me qal kir û cîlweya mezin a hafiziyetê, bêhed û hesab in. Ew şahidên ku me di vê meselê de, nîşan dan, dilopek e ji behrê û zerreyek e ji çîya.
سُبْحَانَكَ لاَ عِلْمَ لَنَۤا اِلاَّ مَا عَلَّمْتَنَا اِنَّكَ اَنْتَ الْعَلِيمُ الْحَكِيمُ