di bin tecelliya îsmê Hafiz de û bi îtaeteke tam û bê xeta û xeletî, fermanên qanûnên xilqetê ku ji Fatirê Hekîm de tên, bi cîh tînin. Û wusa îtaetkarane tevdigerin ku di wan hereketên wan de, tê xuyanê ku hiş û şuûrek, basîret û ferasetek, qest û emdek, ilm û îradeyek, kemal û hikmetek, diteyîse û dibriqe.
Lewra, tu dibînî ku ew hebikên toximên ku dişibihin hev, ji hev vediqetin û ji nav hev dertên. Mesela, ev hebika toximê bû dareke hêjîrê. Dest bi weşana nîmetên Fatirê Hekîm kir, li ser serê me. Fêkiyan direşîne û bi destên çiqilên xwe, dirêjî me dikin. Va ye ev her du hebikên toximên ku şekl û şemalê wan weke wê ya ne jî, kulîlkên wek gula bi navê gulberojê û binevşê dan. Ji bo me xemilî; li rûyê me dikenin û dimizicin. Xwe bi me, didin hezkirinê. Hin hebikên toximên dinê jî, evan fêkiyên xweşik dan. Û bûne simbil û dar. Bi tam û bêhn û şeklên xweyên xweşik ve, îştahê me vedikin û nefsa me, dawetî nefsa xwe dikin. Û xwe ji muşteriyên xwe re feda dikin. Da ku ji merteba heyata nebatî, derkevin dereca heyata heywanî. Û her wekî din qiyas bike. Ewan toximan, bi awakî wusa geş û şîn bûn ku ew yek çengek, bû baxçekî wusa ku, bi darên cihêreng û gulîlkên cûrbecûr ve, tijî ye. Tê de qe tu kêmasî û xeta û xeletiyekî tune. Sirra hikmeta
فَارْجِعِ الْبَصَرَ هَلْ تَرٰى مِنْ فُطُورٍ
ê nîşan dide. Her toximek, bi cîlweya îsmê Hafiz û bi îhsan û kerema Wî, ewê irsiyet û esaleta ku bav û binyadê wî, dayê; bêkêmasî û bêtevlihevî, muhefeze dikin û nîşan didin.
Han, ev muhafezeya xarîqe ya ku Zatê Hafiz dike, îşareteke qetî ye ku dê heşr û qiyametê de, tecelliya mezintir a hafiziyetê nîşan bide. Belê, ev cîlweya hafiziyetê ya evqas bêqusûr û bêxeta û bêxeletî ya di van rewşên bêqîmet û fanî û zaîl de, delîlekî qetî ye ku qencî û xerabî û eser û gotin û fîîlên însanê ku hemeleyê emanetê kubra û xelîfeyê erdê ye ku tesîra wî ya ebedî û giringiya wî ya mezin heye, dê bi dîqqetek mezin, were muhefezekirin û heq û hesabê wan, were dîtinê.