Ew çax tu yê bibînî ku ew dunya te ya fireh, ji qebrê tengtir e; ji pirê ziravtir û ji siratê bêkeystir e. Dem û dewrana umrê te, ji birûskê leztir diçe; heyata te, ji çem zûtir diherike.
Madem, heyata dunyayê û jiyana cîsmanî û rewşa heywanî, awha ye; ji heywaniyetê derkeve; dest ji cîsmaniyetê berde. Bikeve dereceya heyata qelb û ruh! Tu yê alemeke nûrê û daîreke heyatê ya wusa bibînî ku ji wê dunya ku te fireh dizanibû, firehtir e.
Va ye mifteya wê alemê, ew e ku meriv bi kelîma qudsiya Laîlahe îllallah a ku sir û razên marîfetullahê û wehdaniyetê îfade dike ve, qelbê biştexilîne û ruh bişixulîne.
Notaya Panzdehan: Sê Mesele ne.
Ya Ewil:
فَمَنْ يَعْمَلْ مِثْقَالَ ذَرَّةٍ خَيْرًا يَرَهُ وَمَنْ يَعْمَلْ مِثْقَالَ ذَرَّةٍ شَرًّا يَرَهُ
ê ye ku îşaretê tecelliya tam a îsmê Hafiz dike. Ger delîlên evê heqîqeta Qurana Hekîm bixwazî, tu gava rûpelên kitêba kaînatê ya ku li ser mîzan û pîvana Kitêba Mubîn hatiye nivîsîn, binhêrî; tu yê bi pir aliyan ve bikaribî numûneyê cîlweya ezîmtir a îsmê Hafîz û heqîqeta mezintir a vê ayetê, bibînî. Mesela:
Çengek ji toximên cûrbecûr ên dar û kulîlk û gîha hilde. Ewê çenga ku di hukmê sandiqçeya wan toximên dijê hev in û ji hev cuda ne; kulîlk û dar û gîhayên ku cinsê wan cihêreng in û newê’ wan cûrbecûr in, di tarîtiyê de û di nav xweliya reş û tarî û mirî de, defin bike û bireşîne. Paşê bi ava basît a ku kuda bikî, wê de diçe û bênîzam û bêfehm, av de. Paşê di fesla biharê ya meydana heşra salane de, were; lê binêre! Bala xwe bide dema qêrîna melekê rad ku di demsala biharê de, bi Îsrafîlwarî û wek nefxê ruh, bangî baranê dike û mizgîniya nefxê ruh ku dide dendikên di bin erdê de definkirî; ew hebikên toximên ku hetta bêjî tevlihev û hevketî ne û dişibihin hev,