Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

şewqa rojê ya ku tiştên şeffaf de diteîse û diçilwile, neête qebûl kirin; ew çax lazim e ku di her yek ji wan dilop û perçeyên bêjimar de, rojeke heqîqî –bi tevî maddeyê xwe– were qebûl kirinê.

   Mîna vê hawê, heyata ku nuqta merkeza tecelliya esmayê (ku di mesabeya tîrêj û şûayan de ye) Şemsê Ezelî de ye, gava neyê sipartin ji qudreta Şemsê Ezelî re, ji kermêşê bigre heta kulîlkê, di her tiştekî jîndar de, lazim e ku bi hukmekî batilê cahilane û ehmeqane û pêkenokî, sifatên wek qudreteke bêdawî, ilmekî muhît, îradeyeke bêhed û yên wek van ku ji xêncî Xwedayê Wacîb’ul Wucûd, bi tu tiştekî de tune ne, werin qebûlkirin. Di gel vê hawê, bi vî hukmê batil ve, mecbûriyet hasil dibe ku ji her zerreyek û ji her sebebekî re, ûlûhiyeteke mutlaq, were îddîa û îsnadkirin û şirîkên bêjimar, werin îspatkirin.

   Digel vê qasê, li rewşa ecêb, balkêş, têkûz û muntazam a di hebbeyekê de, yan jî dendikeke ku dibe toxim, binêrin ku; ew hebbe, munasebeta wê çawa bi perçeyên wî tiştê ku jê re dibe toxim re heye, her wusa bi new’ê xwe re, yanî bi ebnayê cinsê xwe re jî û bi hemû mewcûdatê re jî, eleqe û têkiliyên wê hene. Û li gora van munasebet û eleqeyên bi wan re, wezîfeyên wê jî, hene. Eger ew hebika toximê, munasebeta wê ji Qedîrê mutlaq bête birîn û teslîmê nefsa wê bête kirin, yanî bête gotin ku “ev tişt, xwe bi xwe çêdibin”, ew çax divê wusa bê bawer kirin ku, di her toximekî de, çavekî ku her tiştî dibîne, ilmekî ku her tiştî radipêçe hebe. Ev jî, ehmeqiyeke pêkenok e ku her wekî vê îddîayê ye ku di her perçekî şeffaf de, wucûda rojekê hebe.

   LEM’EYA ÇARAN: Kitabeke ku bi dest bête nivîsînê, tenê ihtiyac bi mirovekî û bi qelemekê çêdibe. Feqet ku li çapxanê bête çap kirin, ew çax ji bo wê kitêbê lazim e ku gelek qelemên hesinî yên ku wezîfa qelemê dibînin, hebin. Û ji bo çêkirina wan herfan, ihtiyac bi hosteyan û bi gelek wasiteyên wek alet û lebat û xebatkaran çêdibe. Mîna vê hawê, mirovê ku rêz û kelîme û herfên li vê kitêba kaînatê hatine nivîsîn, bide bin hukmê nivîsîna qelema qudreta Wahidekî Ehed, dikeve rêyeke pir rihet û maqûl û hêsan. Feqet ew kesên ku ewan nivîsan, ewan herfan bidin tebîetê û bispêrin sebeban, dikevin rêyeke bêrê ya mumtenî û muhal a herî zor. Lewra ji bo kesên ku evê rêyê hildibijêrin, bo teb’ û çapa yek tiştekî jîndar, 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat