Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Him mîna merivê ku di zindanê de, bîhna wî çikyayî be, dibêjî “of, of” û ciyekî ji dunyayê firehtir dixwazî. Him jî, dikevî hundurê kar û xatira û deqeyekî qasî misqalekî zerreyê û tê de bicîh dibî. Qelb û fikrê te yê ku li dunya terikî hilnayê, di ewê misqala zerreyê de bi cîh dibe. Bi hîs û hestiyariyên xwe yê herî xurt, di wê deqqe û lehzê de, di wê xatira piçanok de, digerî.

   Him cîhaz û latîfeyên wusa balkêş, daye mahiyeta te ku hinekên wan ku dunyayê daqultînin, têr nabin. Hinekên wan, nikarin zerreyekî hilbigrin. Çawa ku her çiqas serî batmanekî bar radike, lê çav nikare mûyekî hilbigre; ew latîfeya jî, nikare li hemberî giraniyeke qasî mûyekî, berxwe bide. Hetta carna ditemire, dimire. Madem wusan e, bila haya te hebe, bi dîqqet pêl bike, ji noqbûnê bitirse. Di yek parîkî de û di paçekî de, di gotinekî de û di hebikekî de û di çirûskekî de û di îşaretekî de û noq nebe! Latîfeyên te yên ku dunyayê dadiqultînin, di wir de, noq neke. Lewra, pir tiştên piçûk hene ku di aliyekî de, tişên gelekî mezin, dadiqultînin.

   Çawa ku di perçekî cama piçûk de, asîman bi hemû sitêrkên xwe ve, dikevin navê û wunda dibin. Di hafizeya te ya qasî xerdelê de jî, piraniya sahîfeya emelê te û exlebê rûpelên umrê te, dikeve navê. Her wusa jî, pir tiştên piçûk hene ku di alîkî de tiştên wusa mezin, dadiqultînin, dihundirînin.

   Remza Çaran: Ey însanê dunyaperest! Dunya te ya ku tu pir fireh dizanî, qasî qebrekî ye. Feqet ji ber ku dêwarên wê mala ku wek qebrekî teng e, bi cam û şûşe ne, eksê nav hevdu dikin û heta ku çavê meriv dibîne, fireh dibin. Her çiqas qasî qebrê teng e, lê wek şehrekî fireh tê xuyanê. Lewra, zemanê borî ku dîwarê wê dunyayê yê rastê ye û dema pêşerojê ku dîwarê wê yê çepê ye, her çiqas herdu jî, madûm û mirî û tune ne jî, di nav hev de dişewqin û baskên zemanê niha yên teng, vedikin. Heqîqet tevlî xeyalê dibe. Dunyake tune, tu di dilq û dirûvê hebûnê de, dibînî. Çawa ku xet û xêzek, bi lez ba be û bê fitilandin, wek seth û rûbarekî tê xuyanê. Lê bi rastî, heqîqeta wucûda wê, xet û xaleke zirav e. Her wusa jî, bi rastî dunya te, teng e; lê bi xeyal û xeflet û wehma te, dîwarên wê pir fireh bûne. Gava tu di wê dunya teng û tola de, bi lerz û lêdana musîbetekî bilivî, serê xwe li wî dîwarê ku pir dûrî xwe dizanî, dixî. Xeyala serê te difirîne; xewa te, diherimîne. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat