Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Va ye her heywanek, qesreke îlahî ya bi vî rengî ye. Xasseten însan, bedewtirînê wan cewheran û bala û balkêştirînê wan qesra ne. Û cewherên evê qesra ku jê re “însan” dibêjin, qismekî wî, ji alema ruhan û hinekê wî, ji alema mîsalê û lewhê mehfûzê û beşekî wî yê din, ji alema nûrê û alema unsûran hatiye. Her wuha, qesreke ecêb û serayeke xerîb a wusa ye ku îhtiyacên wî, dirêjî heta ebedê bûne û hêvî û hewesên wî, li çar aliyê erd û asîmanan belav bûne; evîn û eleqedariya wî, li hemû hêlên dunya û axiretê, şax vedane.

   Îcar, ey însanê ku xwe, wek însan zen dike! Madem mahiyeta te wuha ye. Yê ku xulqa te kiriye, tenê ew Zat e ku dunya û axiretê her yekî wî, wek malekê û erd û asîman, wek rûpelekê û ezel û ebedê, wek duh û sibê, îdare dike. Êdî ku wusa ne, mebûd û melce û xelaskarê însan, divê zatekî wusa be ku erd û asîman, di bin hukmê wî de bin û dizgîna dunya û uqbayê, di destê wî de bin.

   Remza Duduyan: Hin ebleh û ehmeq hene, ji ber ku rojê nas nakin, gava di eynikekî de rojê bibîne, dibin aşiq û evîndarê eynikê. Hişke hişk xwe pê ve digre û wê muhefeze dike. Da ku roja di navê de, wunda nebe. Dema ku ew ebleha têbighêje ku roj bi mirina wê eynikê, namire û bi şikestina wê, natemire, dê ew çax hemû eşq û evîna xwe, bizivirîne bal ewê roja asîmana. Wê demê, dê fehm bike ku ew roja ku di eynikê de tê xuyanê, tabiyê eynikê nîne û dewam û beqa wê, girêdayî wê nîne. Bîlakîs ew roja ye ku ewê eynikê aniye wê rewşê û diçilwilîne û dibiriqîne û medetê dide ronahiya wê. Beqa û dewama rojê, ne bi wê ye. Bîlakîs beqaya biriqîna eynikê ya heyatdar, tabiyê cîlweya rojê ye.

   Ey însan! Qelb û huwiyet û mahiyeta te, eynikek e. Ew eşq û muhebbeta ebedî ya di dilê te de, ne ji bo wê eynikê ye û ne ji bo wî qelb û mahiyeta te ye. Bîlakîs ew muhebbeta te ya li hemberî cîlweya cemala Baqiyê Zulcelalê ku li gor qabîliyeta wê eynikê cîlweya wê tê de ye ku ji ber bêhişiyê, rûyê wê muhebbetê ziviriye ciyekî din. Madem wusa ne, bêje “Ya Baqî! Entel Baqî!” Yanî “Madem tu heyî û baqî yî; fena û adem û tunebûn, li me çi dikin, bila bikin. Ne mihum e!..”

   Remza Sisêyan: Ey însan! Halekî ecêb ê ku Fatirê Hekîm di mahiyeta te de bi cîh kiriye, ev e ku: Carna tu li dunyayê hilnayê. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat