Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

ustadê wê, zulm e; him ji wê cimaetê re û him jî, ji wî ustadî yan jî ji wî serekî re. Lewra, enaniyetê diwerimîne. Sewqê xurûr û quretiyê dike. Digel ku bi xwe dergevan e. Lê xwe wek mîr û melîk zen dike. Hem li nefsa xwe jî, zilmê dike. Hetta di alîkî de, rê li ber şirka xefî, vedike.

   Belê, tabûreke ku fetha qelayekî kiribe, serdarê wê, nikare xenîmet û şerefa muzafferiyeta wê hilde. Belê, lazim e ku ustad û murşîd, wek esas û jêder neyê dîtin. Bîlakîs divê wek ayîne û makes were zanîn. Mesela, germahî û ronahî, bi wasiteya neynikekî ve, tê ba te. Gava tu dêl minnetariya ji rojê re,  neynikê wek çavkaniya eslî bizanibî û rojê ji bîr bikî û minettarê wê neynikê bî, dîntî û dîwanetî ye. Belê gere neynik were parastin. Lewra ayîne ye.

   Han, ruh û qelbê murşîd, ayîne ye. Dibe makesa feyza ku ji Xweda Teala tê. Dibe wesîle ji bo eksa li murîdê xwe jî. Lazim e ku di hêla feyz û bereketê de, ji wesîletiyê pêva, tu meqam neyê dayîn. Hetta carnan dibe ku ustadekî ku wek çavkanî û masdar tê zanînê, ne esas  e, ne jî eyne ye. Bîlakîs bi sidqê safîtî û quweta eleqedarî û hesra nezera murîdê xwe; ewê feyza ku ji rêyeke din digre, wer dizane ku ji neynika ruhê ustadê xwe, distîne.

   Çawa ku hin meriv, bi wasita manyetîzmayê, pirî bala xwe didin camê, li hemberî alema mîsalê, pencereyekî vedibe. Di wê neynikê de, gelek tiştên xerîb temaşe dike. Hale hale, ne di neynikê de, bîlakîs bi wasita dîqqeta nezerê, li xeyalê wî, pencereyeke xeyalî, li dervayê neynikê vebûye û dibîne. Lewma jî, carna dibe ku murîdekî xalis ê şêxekî noqsan, ji şêxê xwe, kamiltir be. Û dizivire şêxê xwe îrşad dike. Dibe şêxê şêxê xwe.

   Notaya Çardehan: Çar Remzên Piçûk in di derbarê tewhîdê de.

   Remza Pêşîn: Ey însanê sebebperest! Gelo tu bibînî ku qesreke ecêba ji cewherên xerîb pêk hatiye, çêdibe. Cewherên ku di bîna wê de tên serf kirin, qismekî wî, tenê li Çînê peyda dibin. Yên din, bes li Endulusê; hinekê wî, encax li Yêmenê; beşekî wî jî, haylo li Sîbîryayê hene. Di dema çêkirina bînayê de, tu bibînî ku di eynî rojê de, ew kevirên bi cewher, ji rojhilat û bakûr û rojava û başûr, bi rihetî hatin anînê. Êdî qet şupha te dimîne ku ew Zatê ku ewê qesrê çêkiriye, hakimekî mucîzekar e ku hemû erd, di bin hukmê Wî de ye. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat