Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Belê, îqtiran tiştek e, îllet jî tiştekî din e. Nîmetek tê ji te re. Lê niyeta însanekî ya qenciyê, bûye rêhevalê ewê nîmetê. Feqet nebûye îllet û sebeb jê re. Îllet û sebeb, rehmeta îlahî ye. Belê, ger niyeta ewî însanî ya qenciyê tunebûya, ew nîmeta, ji te re  nedihat. Dibû îllet û sedemê tunebûna nîmetê. Feqet ji ber evê qaîdeya ku me qal kir, ew mêla qenciyê, nabe îllet û sebebê ewê nîmetê. Bes tenê dikare bibe ji sed şertan, şertekî wê.

   Mesela, hin camêrên di nav şagirtên Rîsaleyên Nûr de ne û mazharê nîmetên Xweda Teala bûne(yên wek Husrev, Refet) îqtiran û îlletê, ji hev dernexistine, îltibas kirine. Lewma, ji ustadê xwe re, gelek minnetdarî nîşan didan. Hale hale, Xwedê Teala nîmeta îstifadeya wan a ji dersa Quranê û tevî nîmeta îfadeyê ku îhsanê ustadê wan kiriye, bi hev re, daye; kiriye hevalbendê hev. Ewana dibêjin ku:

   “Ger ustadê me nehata vira, me nikaribû evê dersê bigirta. Ku wusan e, îfadeya wî, sebeb û îlletê îstifadeya me ye”. Ez jî dibêjim ku:

   “Gelî birayên min! Xweda Teala, nîmetê ku daye min û daye we, kiriye hevalbendê hev. Îllet û sebebê her du nîmetan jî, rehmeta îlahî ye. Min jî, wextekî, wek we, îllet bi îqtiranê ve, tevlihev dikir û ji hezaran şagirtên wek we yên xwedî qelemên almas re, minnetariyeke pir zêde nîşan dida. Û min digot ku: “Ku evana nebûna, bêçarekî wek min ê nîv ummî, dê çawa xizmet bikira.” Paşê min fêhm kir ku piştî ewî nîmetê qudsî yê ku bi wasiteya qelemên almas, bi we hatiye dayîn; li min jî, îhsana muwafaqiyeta di vî xizmetî de, hatiye kirin. Her du nîmet, kirine hevalbend ji hevra. Ne mumkun e ku bibin îlletê hev. Ne ku  ez ji we re şukurdar bim; bîlakîs we tebrîk û pîroz dikim. Hûn jî, dêl minnetdariya ji bo min de, ji min re duago bin û min tebrîk bikin.”

   Di vê meseleya çaran de tê xuyan ku çiqas dereceyên xefletê hene.

   Meseleya Pêncan: Çawa ku meriv malê cemaetekî bide yek şexsekî tenê, dibe zulm yan jî weqfên ku aîdê cemaetê ne, gava yek merivekî, wana zevt kiribe, zulmê dike. Her wusan jî, netîceyeke ku bi say û xebata cimaetekî pêk hatibe yan jî şerefeke, fezîleteke ku bi qenciyên cimaetekî bidest ketibe, ku meriv bide reîsê wê cimaetê û 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat