Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Meseleya Çaran: Ew nîmetên ku bi destên sebebên zahirî tên, lazim e ku meriv wana bi ser navê wan sebeban hilnede. Ku ew sebeba, xwedî îrade nebe, –mesela wek heywan û dar– ewê nîmetê, raste rast li ser navê Xweda Teala dide. Madem ew bi zimanê halê xwe, dibêjin bîsmîllah û dide te. Tu jî, li ser hesabê Xweda bigre û bêje bîsmîllah û bistîne. Ger ew sebeba xwedî îrade be, lazim e ew jî bêje bîsmîllah û paşê jê bistînî. Eger na, jê nestîne. Lewra, xêncî maneya eyan a vê ayeta

وَلاَ تَاْكُلُوا مِمَّا لَمْ يُذْكَرِ اسْمُ اللّٰهِ عَلَيْهِ

, maneyeke wê ya îşarî jî ev e ku “Ewan nîmetên ku Nîmetbexşê haqîqî naxin bîra meriv û li ser navê Wî, nayên dayîn, nexwin!” Ew çax lazim e ku him yê dide bêje bîsmîllah û him jî yê ku distîne bêje bîsmîllah. Şayet ew nabêje bîsmîllah û tu jî muhtacî ku bistînî, tu bêje bîsmîllah û destê rehmetê yê li ser serê wî, bibîne. Bi şukurdariyê ramûse û jê bistîne. Yanî di nîmetê de, nîmetdariyê bibîne. Di nîmetdariyê de jî, Nîmetbexşê heqîqî bifikire. Ev fikirîna hanê, şukrek e. Paşê jî, ku dixwazî ji wê wasiteya zahirî re,  dua bike. Lewra, ew nîmeta, bi destê wê, gihîşte we.

   Ew tiştê ku perestîşkarên sebeban dixapîne ev e ku jê re îqtiran tê gotinê ku du tişt bi hev re diqewimin û derkevin holê, evanan wek îllet û sebebê hev ê eslî tên zen kirin.

   Him ji ber ku tunebûna tiştekî, dibe sebebê tunebûna nîmetekî, wusa tê zenkirin ku wucûd û hebûna ewî nîmetî jî, girêdayî ewî tiştî ye. Şukur û minetdariya xwe dide ewî tiştî û dikeve xeta û xeletiyê. Lewra, hebûna nîmetekî, girêdayî hemû şert û şûrtên ewê nîmetê ne. Hal ew hal e ku tunebûna ewî nîmetî, bi tunebûna yek şertekî tenê ve, diqewime. Mesela, merivekî ku devê cihokeke ku baxçekî av dide, veneke, dibe sebeb û îlletê hişkbûna ewî baxçeyî û tunebûna ewî nîmetî. Lêbelê hebûna nîmetên ewî baxçeyî, xêncî xizmeta ewî merivî, girêdayî hebûna bi sedan şert û şûrtan e. Digel van, bes bi qudret û îradeya rebbaniya ku îllet û sebebê heqîqî ye, çêdibe. Ha îcar fêm bike ku xeta evê xelitandinê çiqas eşkere ye û bizanibe ku sebebperest çiqas xeta dikin!

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat