Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Ewî gotiye:

   — Ez bi emrê Xwedê wezîfedar im, ji bo xebata di rêya cîhadê de. Têkilî wezîfa Xweda Teala nabim. Muzafferkirin û mexlûbkirin, wezîfên Wî ne. 

    Va ye evî zatî, bi fêhm kirina evê sirra teslîmiyetê, gelek caran bi awakî xarîqe muzaffer bûye.

   Belê, lazim e ku însan kar û xebatên ku bi cuzî îxtiyariya xwe dike, ewan netîceyên di wan de ku aîdê Xweda Teala ne, nefikire. Mesela, hin camêrên hevalên me ku dibînin gava ku xelq Rîsaleyên Nûr dixwîne û tevlî dibinê, têne xîretê û şewq û coşa wan zêde dibe. Ku gava jê sar bin û guhdarî nekin, qudûmê yên zeîf dişkê û şewq û coşa wan hebekî dikeve. Hale hale, Resûlê Ekrem Eleyhîsselatû Wesselam ê ku ustadê mutlaq û muqtedayê giştî û rehberê ekmel e, fermana îlahî ya

وَمَا عَلَى الرَّسُولِ اِلاَّ الْبَلاَغُ

ê, ji xwe re kiribû rehber û gava însanan guh nedidanê û xwe şûn ve dikişandin, bêhtir dixebitî û cehd û xeyret dikir û bi dil û can teblîx dikir. Lewra, bi sirra

اِنَّكَ لاَ تَهْدِى مَنْ اَحْبَبْتَ وَلٰكِنَّ اللّٰهَ يَهْدِى مَنْ يَشَۤاءُ

ê, fêm kiribû ku dana sehkirinê bi însanan û hîdayeta wan, wezîfeya Xweda Teala ye. Têkilî wezîfa Xweda Teala nedibû.

   Ku wusan e, ey birayên min! Hûn jî, xebata xwe, nespêrin ewê wezîfeya ku ne aîdî we ye û wuhareng têkilî wezîfa Xweda nebin û nekevin rewşa ceribandinê ya li hemberî Xaliqê xwe.

   Meseleya Duduyan: Ubûdiyet, li emrê îlahî û riza îlahî dinêre. Sebeb û daiyê îbadetê, emrê îlahî ye û encama wê jî, riza Heq e. Fêkî û faîdeyên wê, li axiretê ne. Feqet bi wî şertê ku nebe sebebê eslî û him bi qest û emd neyê xwestin, faîde û fêkiyên dunyewî yên ku bi xwe berê çêdibin û bêemdê meriv tên dayîn, dij û munafiyê ubûdiyetê nînin. Bîlakîs, ji hin însanên zeîf re dibin teşwîq û sebebê tercîhê. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat