اٰخِرُ الْكَلاَمِ فِى الدُّنْيَا وَ اَوَّلُ الْكَلاَمِ فِى اْلاٰخِرَةِ وَفِى الْقَبْرِ: اَشْهَدُ اَنْ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ اللّٰهُ وَ اَشْهَدُ اَنَّ مُحَمَّدًا رَسُولُ اللّٰهِ صَلَّى اللّٰهُ تَعَالٰى عَلَيْهِ وَسَلَّمَ
Notaya Sêzdehan: Pênc meseleyên ku bûne sebebê îltibas û tevliheviyê.
Ya Pêşîn: Ewên ku di rêya heq de dixebitin û mucahede dikin, her çiqas lazim e ku bes tenê wezîfeya xwe bifikirin, lê wezîfeya aîdê Xweda Teala difikirin û hereketa xwe dispêrin wê û dikevin xetayê.
Di rîsaleya Edebud Dîn we Dunya yê de heye ku: Wextekî şeytan îtirazê Hz. Îsa Elehîsselam kiriye û gotiye ku: “Madem ecel û her tişt, bi qedera îlahî ye, hela tu xwe di vî ciyê bilind de bavêje, ka binêr tu yê bimirî an na?” Hz. Îsa Eleyhîsselam gotiye ku:
اِنَّ لِلّٰهِ اَنْ يَخْتَبِرَ عَبْدَهُ وَلَيْسَ لِلْعَبْدِ اَنْ يَخْتَبِرَ رَبَّهُ
Yanî, Xweda Teala ebdê xwe diceribîne û dibêje ku: “Şayet tu vê yekê bikî, ezê te awha bikim. Ka binêrim tu yê bikî an na?” Lê heqqê ebdê tune û heddê wî nîne ku Xweda Teala biceribîne û bêje: “Ger ez awha bikim, gelo tu yê awha bikî?” û wuhareng bi awakî tecrubewarî û tehrekî îmtihankirinê ya li hemberî rubûbiyeta Xweda Teala, bêedebî ye û dijraberê ubûdiyetê ye.
Madem rastî ev e, lazime ku însan wezîfeya xwe bike û têkilî wezîfeya Xweda Teala nebe.
Meşhûr e ku zemanekî qehremanekî Îslamê, Celaleddînê Harzemşahê ku gelek caran artêşa Cengiz mexlûb kiriye, gava derkete herbê, wezîr û etbayên wî, jê re gotine:
— Tu yê muzeffer bibî; Xweda Teala dê te xalib bike.