Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   “El eman!El eman! Ya Hennan! Ya Mennan! Min ji rûreşiya gunehên min xelas ke!” Va ye ez gihîştim serê qebra xwe. Min kefenê xwe bi hustiyê xwe de kir û li ser bedena xwe ya ku li ser qebra min dirêj bûye, sekinîm. Ez berê xwe didim dergahê rehmeta Te û bi hemû hêza xwe, dikim hewar û gazî:

   “El eman! El eman! Ya Rehman! Ya Hennan! Ya Mennan! Min ji barên gunehên min ên giran, xelas bike!”

   Va ketim qebra xwe; min kefenê xwe li xwe pêça. Wan ên ku ez rêwî kirim, ez hîştim û çûn. Li hêviya ewf û rehma Te me. Min bi çavê xwe dît ku, bê Te, tu bext û xelaskar tune ye. Ji rûyên gunehan ên bed û xirab; ji şiklê bê emrî ya wehşî û ji tarîtî û tengî ya ewî mekanî, bi hemû hêza xwe, gazî dikim:

   “El eman! El eman! Ya Hennan! Ya Mennan! Ya Deyyan! Min ji hevaltiya gunehên minên pîs, xelas bike! Cîhê min fireh bike!”

   Îlahî! Rehmeta Te, bextê min e û Hebîbê Te(Eleyhî’s-Selatu’- We’s-Selam) ê ku Rehmeten lîl-alemin e, ji bo gihîştina rehma Te, wesîleya min e. Ez ne ku ji Te gazinan dikim; bereks, gil û gazinên nefsa xwe û halê xwe, ji Te re dikim.

   Ey Xaliqê minê Kerîm! û Ey Rebbê minê Rehîm! Mexlûq û mesnû û ebdê Te yê bi navê Seîd, di gel ku him asî ye, him aciz e; him xafil e, him cahil e; him elîl e, him zelîl e; him gunehkar e, him extiyar e; him îsyankar e, him jî xulamekî ku ji cem mîrê xwe reviye, fîrar e; piştî çil salî şûnda, poşman bûye û dixwaze vegere, xwe bavêje dergahê Te. Dexaletê rehmeta Te dike. Guneh û xetayên xwe yên bêjimar, îtiraf dike. Giriftarê ewham û nexweşiyên cûr be cûr bû ye. Gazî û lavayê Te dike. Ku Tu bi kemala rehma xwe, wî qebûl bikî, bixefirîni û lê werî rehmê, ji xwe, ew şanê Te ye. Lewra Tu Erhemu’r-Rahimîn î. Ger Tu qebûl nekî; ka îcar, xêncî deriyê Te, herim kîjan derî? Ka kîjan derî heye? Jixwe xêncî Te, tu Reb tune ku meriv here dergahê wî. Xêncî Te, tu Me’bûdê heq tune ku meriv xwe bavêjê!

لاَ اِلٰهَ اِلاَّۤ اَنْتَ وَحْدَكَ لاَ شَرِيكَ لَكَ

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat