Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

zivirandina gelek tiştan, bi bal bi tiştekî ve, bes sikkeyeke mexsûsê wî Xaliqî û Senetkarî ye ku wî her tişt xuliqandiye û çêkirina her tiştî, di destê wî de ye.

   LEM’EYA DUDUYAN: Li xatema heyatê ya ku ji wan xatemê Xwedê Teala yên bêjimar in ku li ser jîndaran daniye, binêrin! Belê mexlûqekî jîndar, bi camîiyeta xwe, mîna fîhrîsteyeke piçûk e, ji kaînatê re; mîna meyweke xweşik û şirîn e, ji dara alemê re; wek dendikekî ye ji kewn û kaînat û wucûdê re, ku Xwedê Teala di wê dendikê de, gelek numûneyên aleman bicîh kirine. Her wekî ku ew mexlûqê jîndar, dilopek e, yan jî nuqteyek e ku bi nîzam û pîvanên muayyen ên xayet hakîmane ve, ji hemû tiştan hatiye dotinê. Ji ber vê qasê, xulqa mexlûqekî jîndar, ji xêncî Xwedê Teala yê ku hemû kaînat hildaye bin destê teserrûfa  xwe, nayê hewale kirin û nayê sipartin ji tu tiştekî din re.

   Belê merivekî ku eqlê wî xerab nebû be, di encama lêkolînên xwe yên hûr û kûr de, tê dighê ku: Mesela, bes ew Xaliqê ku xulqa her tiştî kiriye, tenê ew e ku mêşhingivê kiriye fîhrîste, ji gellek tiştan re û piraniya mijarên kitêba kaînatê, di mahiyeta însan de nivîsiye û di dendika hêjîrê de, proja dara hêjîrê bi cîh kiriye û qelbê însan kiriye numûne û pencere, ji hezaran aleman re û quwweya hafiza însan, kiriye kitab ji bo tarîxa heyata wî û bo temamê tiştên ku pê eleqedar e. Û tasarrûfek e wuha, xatemek e wusa ye ku bes bi tenê mexsûsê Rebbul alemîn e.

   LEM’EYA SISÊYAN: Ji hezaran neqş û rewşên muhra heyatê ya ku Xwedê Teala li mexlûqatên jîndar xistiye, emê jê numûneyekê nîşan bidin. Wuha ku:

   Çawa ku ji dilopên avê û ji perçên caman bigre, heta stirkên li rû asîmanan, di her tiştê şefaf yan jî mîna şeffaf de, ji cîlwe û çirûskên rojê, turrayek û şewq û şemaleke mexsûsê rojê, tê de dixwuyê. Wekî vî hawî, Qudreta Ezelî jî, di temamê mexlûqên jîndar de, bi rêya “îhya û nefha heyatê” (vejandin û dayîna ruh), tecelliyeke Wî ya ehadiyetê heye ku, hemû sebeb xwedî quwwet û îxtiyar bêtin hesibandin jî, ne bi serê xwe, ne jî bi hev re, nikarin ne mislê wê sikkeyê û ne jî teqlîda wê çêbikin. Lewma, ew ronahiyên ku di wan tiştên şefaf de dixwuyên, eger wek timsalên rojê û wek eqs û 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat