Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Zimanê kitêba min a ku heta qasekî daîmî û sabît e, dê ewî karî bêtir pêk bîne. Îcar sêzdeh sal beriya nivîsîna evan Notayan, di encama ba û bahozeke ruhî ya bi dexdexe de û wê hengama ku kenên Seîdê Berê diqulibî giriyên Seîdê Nû û demeke ku di subeha kaltiyê de, ji xefleta ciwantiyê hişyar dibûm, ev munacat û niyaza, bi Erebî hatiye nivîsîn. Turkîtiya meala qismekî wê, ev e:

  Ey Rebbê min ê Rehîm! û Ey Xaliqê min ê Kerîm! Bi tercîha mina xirab, umrê min û cuwaniya min zayî bû, çû. Ji wan fêkiyên ewî umrê min û ciwaniya min, gunehên elemkar, xemên zîlletbar, wesweseyên dalaletdar, di destê min de man.

   Û bi evî barê giran û bi qelbê nexweş û bi rûyê reş, nêzîkê qebrê dibim. Bi çavê serê xwe, dibînim ku; va ye ez, bi lez û bez, bêyî ku ber bi rast û çepê de herim, bi awakî bêhemdê xwe, wek wan ehbab û eqran û eqrebayên xwe yên wefat kirine, nêzîkî deriyê qebrê dibim. Ew qebra, li ser rêya ebedu’l-abadê hatiye saz kirin ku ji vî warê fanî, ber bi firqeta ebedî ve, qonaxa ewil û deriyê pêşîn e.

   Ev dunyaya ku min xwe pê ve girêdaye û ez bende ketime û bûme bengî jê re, min bi qeneteke qet’î fehm kiriye ku; diçe helakê, dibore û fanî ye, dimire. Û bi awakî qet’î tê xuyan ku bi tevî mewcûdatê di navê de jî, li dû hev, qefle bi qefle, bar dike û diçe, winda dibe. Xasme, ji yên wek min ên xwediyê nefsa xerab re, ev dunya pir xedar e, xapînok e; gava lezzetekî bide, hezar eleman pê ve dike, pê dide kişandin. Ku hebek tirî bide xwarinê, sed şîmaqan lê dixe.

   Ey Rebbê min ê Rehîm! û Ey Xaliqê min ê Kerîm! Min bi sirra

كُلُّ اٰتٍ قَرِيبٌ

, ez ji niha ve dibînim ku, di demeke nêzîk de, min kefenê xwe li xwe kir, ez li tabûta xwe suwar bûm, min ji dostên xwe xatir xwest, va min berê xwe da qebrê û diçim. Li dergahê rehma Te, bi lîsanê halê cenazeyê xwe, bi lîsanê qal ê ruhê xwe, bi qêrîn û gazî, dibêjim: 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat