Belkê, xwe bi xwe, were. Lewra nûr, bi desta nayê girtinê; bi tiliyan nayê zeft kirin. Bîlakîs ew nûra, bi nûra basîretê, tê nêçîr kirin. Ger destê xwe yê maddî û haris dirêj bikê û bi mîzanên maddî bipîvî, her çiqas netemire jî, xwe vedişêre. Lewra nûra wusa, çawa ji hepsa maddî razî nabe. Nakeve bin qeyd û bendan jî. Tişta maddî û kesîf, ji bo xwe, wek xwedî û serwer qebûl nake.
Notaya Yanzdehan: Bizanibe ku di îfadeya Quranê de, gelek şefqet û merhemet heye. Lewra piraniya muxatabên wê, xelqê ewam in. Hişê wan, saf û safî ne. Nezera wan jî, ji ber ku tiştên hûr û kûr nabînin, ji bo lê wer hatin a li hêsayiya fikrê wan, ayetên ku li rû asîmanan hatine nivîsîn, li ser hev tekrar dike. Ewan herfên mezin, bi rihetî dide xwendinê.
Mesela, dersa ayatên wek xilqeta erd û asîman û barandina baranê ya ji asîman û vejiyandina erdê dide ku bi eyan û beyan tên xwendin û xuyanê. Nezerê pir hindik dizvirîne ser ayatên kûr ên ku di nav wan herfên mezin de û bi tîpên hûr hatine nivîsîn; da ku zehmet nekşînin. Him di uslûba Quranê de, cezalet û zelalî û delaliyek e wusa û selaset û herikbariyeke welê û fitrîtî û sirûştiyeke wilo heye ku, her wekî Quran hafizek e, ayatên ku bi qelema qudretê li rûpelên kaînatê hatine nivîsîn, dixwîne. Mîna ku Quran, xwendina kitêba kaînatê ye û mutalaya nîzama wê ye. Kar û kiryarên Neqqaşê Ezelî dixwîne û fîîlên Wî dinivîse. Ger bixwazî evê zelalî û delaliya beyana Quranê bibînî, bi dilekî hişyar û serwext, fermanên wek Sûreta Emme û ayatên
قُلِ اللّٰهُمَّ مَالِكَ الْمُلْكِ
ê guhdarî bike.
Notaya Duwanzdehan: Ey dostên min ên ku van notayan guhdarî dikin! Bizanibin ku ez bi xîlafê edet, gazî û niyaz û munacata dilê xwe yê ji Rebbê xwe re –ku lazim e bi dizî be– awha dinivîsim; sebebê wê ev e ku ev bibe ricayekî, ji bo qebûla ji rehmeta îlahî; da ku gava mirinê zimanên aş û huş kir, pêş wî ve, kitêba min bibêje.
Belê, umrekî kin de, tobe û poşmaniyên zimanê min ên demî û muweqqet, têra ewê kefareta wan gunehên min ên bêhed, nakin.