Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

ku qibleya wê ye, niyet dike û bi devê Mekkeyê û bi zarê Arefeyê dibêje “Ellahû ekber” û ew yek kelîmeya, di hewa wan devê mixaremîsal ê hemû mumînên li çar aliyê erdê de, temessul dike. Bi dengvedana yek kelîmeyeke “Ellahû ekber”, çawa “Ellahû ekber”ên bêhed çêdibin; her wusa jî, ew zikr û tekbîrên meqbûl, semawatê jî, diçingînin û ber bi alemên berzexê jî pêl bi pêl diçin û sewt û sedayê didin.

   Va ye em bi qasî zerreyên erdê, hemd û tesbîh û tekbîr dikin û bi qandê hejmarên hebûnê, hemdê bêhed dikin ji Wî Zatê Zulcelalê ku erd ji xwe re awha kiriye sacîd û abîd û ji bo îbadê xwe, kiriye mescîd û ji mexlûqatê xwe re, kiriye dergûş û bêşîk û ji bo xwe, kiriye musebbîh û mukebbîr ku, em kirine ummeta ewî Resûlê Ekrem ê ku ubûdiyeta bi vî awayî ders daye me.

   Notaya Dehan: Bizanibe ey Seîdê xafil û muşewweş! Ji bo ku meriv bighêje nûra merîfeta Xweda Teala û lê binêre û cîlweyên Wî di neynikê ayat û şahidan de bibîne û bi şibakên delîl û burhanan ve, temaşe bike; lazim e her nûreke ku ser te re  derbas dibe û tê dilê te û xwe nîşanî aqilê te dide, bi tiliyên tenqîd û rexneyê teftîş nekî û bi destê teredudê rexne nekî. Ji bo girtina nûreke ku li te diîse, diçilwile, destê xwe dirêj nekê! Bîlakîs xwe ji sebebên xefletê bişo, berê xwe bide wan bisekine. Lewra min bi xwe dît ku şahid û burhanên merîfetullahê sê cûre ne.

   Qismekî wî: Wek avê ne. Tê xuyanê, tê hîs kirinê, lê bi tiliyan nayê girtinê. Di vê qismê de, lazime ku meriv xwe ji xeyalan bişo û bi kulliyet, noqî navê be. Bi tiliyên tenqîdê, cesûstiya wan neke; ku bikî, dirije, direve. Ew ava heyatê, tiliyan wek war û diyar qebûl nake.

   Qismê duduyan: Wek hewayê ne. Tê hîs kirinê; lê ne tê dîtin û ne jî, tê girtinê. Tu li hemberî wî bisekine û bi rûyê xwe û bi devê xwe û bi ruhê xwe, berê xwe bide ewê nesîm û hêwa rehmetê, xwe bide ber. Destê rexneyê dirêj nekê, tu nikarî bigrî. Bikşîne rihê xwe! Ger bi tereddudê lê binêrî û bi tenqîdê dest bavêjê, ew dimeşe, diçe. Dest, nake mesken; li wî qaîl nabe.

   Qismê sisêyan: Wek nûrê ye. Lê ne tê hîskirin û ne jî tê girtinê. Êdî ku wusan e, tu bi çavê dilê xwe, bi nêrîna ruhê xwe, xwe bide pêşberî wê û berê çavê xwe bide wê û bisekine. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat