Notaya Nehan: Bizanibe ku pêxembertî, di beşeriyetê de, xîm û xulaseya xêr û kemalê ye. Dînê heq, fîhrîsteya seadetê ye. Îman, xweşikiyeke pak û paqij û pîroz e. Madem di vê alemê de, rindiyeke rewnaq, bedewbûneke biriqî, qenciyeke bilind û berfireh, heqekî eyan û ala, kemalekî bala, tê xuyanê. Eşkere ye ku heq û heqîqet, di nav pêxembertiyê de ye û di destê pêxemberan de ne. Reşî û rêşaşî, şerr û şeytanî, li ba dij û dijberên wan e.
Ji hezaran qenciyên ubûdiyetê, tenê li vê yekê binêre ku: Pêxember Eleyhîsselatû Wesselam, di hêla ebdîtiyê de, qelbên ehlê tewhîdê, di eyd û nimêjên în û cimaetê de, dike yek. Û zimanê wan, di gotinekî de dicivîne. Bi awakî wusa ku, ev însanê han, bi deng û dua û zikrên ku ji dev û dilên bê hed û hesab dertên, muqabeleyê ezameta xîtaba Mebûdê Ezelî dike. Ew deng û dua û zikranan, bi hev re û bi hevkarî xwe dispêrin hev û dibin yek û li hemberî ûlûhiyeta Mabûdê Ezelî, ubûdiyeteke bi şêweyekî wusa berfireh nîşan dide ku her wekî ku erd û ezman tev, ewê zikrê tînin ziman û ewî duayî dikin û bi her aliyê xwe ve, nimêj û taetê de ne. Û bi hemû derdora xwe ve, fermana
اَقِيمُوا الصَّلٰوةَ
a ku bi îzzet û ezametê, ji jora asîman nazil bûye, tînin cîh. Bi vê sirra îttihadê, ev însanê ku di nav kaînatê de, mexlûqekî wek zereyekî piçûk û pepûk e, di hêla ezemeta ubûdiyetê de, dibe armanc û xaya xilqeta kaînatê û ebdekî ezîz, ji bo Xaliqê erd û asîman û xelîfe û sultanê rû erdê û serekê heywan.
Belê, li dû nimêjan, xasma di nimêja eydan de, dengê bi sedan milyon însanên ku dibêjin “Ellahû ekber” çawa li alema dinê ya xeybê, dibin yek; ger li evê alema li ber çavê me jî, îttihad bikin û kom bin, mîna ku tevaya kurreya erdê bibe însanekî mezin û ji ber ku dê bibe qasî dengekî “Ellahû ekber” a mezin a ku li gorî mezinaya xwe dibêje, bi îttihada ewî ehlê tewhîdê û gotina wan a bi carekî de, ya “Ellahû ekber” ê, dikeve hukmê “Ellahû ekber”eka kurreya erdê. Di nimêjên eydan de, bi zikr û tesbîha alema Îslamê ve, zemîn mazharê zelzele û lerza herî mezin dibe û bi eqtar û etrafê xwe ve dibêje “Ellahû ekber” û bi dilê samîmî yê Kabeya Mukerrem