Ha, heywanên wek moza hingiv a ku mazharê îlhamê ye û pîrhevok û bilbila ku hêlûna xwe mîna goreyê çêdike, li vê mêşê qiyas bike. Hetta, dikarî nebatan jî, eynen qiyasî heywanan bike. Belê Cewwadê Mutlaq Celle Celalûhû, pusûlayeke ku bi hibra lezzetê û bi murekkeba îhtiyacê hatiye nivîsîn, daye destê her ferdekî jîndar. Bi wê ya ve, fîhrîsteya xizmetê û programa qanûnên xilqetê, dide meşandinê. Ca binêre li Wî Hakimê Zulcelal, çawa ji dustûrên wê Kitaba Mubîn, miqtarê ku aîdê wezîfeya mozehingivê ye, di pusûleyekî de nivîsiye û di sandiqçeya serê mozehingivê de, bi cîh kiriye. Mifteya wê sandiqçeyê jî, lezzeteke ku xasê wê mozehingiva wezîfeperwer e. Bi wê ya ve, sandiqçeyê vedike, programê dixwîne, fermanê fêhm dike, tevdigere û sirra ayeta
وَاَوْحٰى رَبُّكَ اِلَى النَّحْلِ
ê nîşan dide.
Va ye, ger te evê Notaya Heştan bi temamî guahdarî kir û tam fêhm kiribe, tuyê bi hedseke îmanî, sirreke
وَسِعَتْ رَحْمَتُهُ كُلَّ شَىْءٍ
ê, heqîqeteke
وَاِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
ê, dustûreke
اِنَّمَٓا اَمْرُهُٓ اِذَٓا اَرَادَ شَيْـًٔا اَنْ يَقُولَ لَهُ كُنْ فَيَكُونُ
ê, nukteyeke
فَسُبْحَانَ الَّذِى بِيَدِهِ مَلَكُوتُ كُلِّ شَىْءٍ وَاِلَيْهِ تُرْجَعُونَ
ê fêhm bikî.