Mesela, zerreyeke di çavê te de, munasebeteke wê ya bi hucreyê çav re û bi çav re û bi tamarên rû re û bi tamarên ku ji wan re şerayîn tê gotin re, heye; li gor wê nispetê, wezîfeyeka wê heye, li gor wê wezîfeyê faydeyeke wê heye. Û her wuha, her tiştî qiyasê wê bike. Ji ber vê qasê her tiştek, du aliyan de, şehadetê wucûba wucûda Qadirekî Ezelî dike.
Yekî wî: Bi zimanê wê aciziya mutlaq ku wezîfeyên bi hezaran qat ji taqeta xwe der, pêk tînin; şahidiya hebûna Ewî Qadirî dikin.
Yê duduyan: Her tiştek, li gor qanûnên ku muwazena mewcûdat didin dewamkirin û dustûrên nîzama alemê pêk tînin, tevdigere û dimeşe û wuhareng şahidiya Ewî Alimê Qadir dikin.
Lewra, camidekî wek zerreyê, heywanekî piçûkê wek moza hingivê, ne mumkun e ku nîzam û mîzana meselên Kitaba Mubîn ên muhim û kûr û hûr, bizanibe. Zerreyekî camid û heywanekî piçûkê wek moza hingiv li ku? Xwendina meselên Kitaba mubîn ên hûr û kûr a di destê Zatê Zulcelalê ku tebeqeyên semawatê wek pelgê defterekî vedike digre û dicivîne, li ku? Ger tu dîntî û dîwanetî bikî û wusa zen bikî ku di zerreyê de çavekî ku karibe herfên ewê kitabê yên hûr û kûr bixwîne, hene; ew çax dikarî qesta redda şahidiya ewê zerreyê bikî. Belê, Fatirê Hekîm dustûrên Kitaba Mubîn, bi awakî zef xweş û bi tehrekî hindik û rindik û bi lezzeteke xas û bi îhtiyaceke mexsûs de, xulase dike û dicivîne. Her tişt, gava wusa bi lezzeteke xas û bi îtiyaceke mexsûs bixebite; êdî bê emdê xwe, dibe emirberê dustûrên ewê Kitaba Mubîn.
Mesela, di wê deqîqeya ku kermêşa bi xortom tê dunyayê, ji mala xwe dertê û bê sekan êrîşê rûyê însan dike. Bi çoyê xwe yê dirêj, ava heyatê der dike, vedixwe. Di reva ji êrîşan de jî, wek serbaz û qomtanên eskerî, pispor û mahîr tê xuyanê. Gelo kî evî senetê hanê û evî fennê şer û hunerê av derxistinê, hênî evî mexlûqê piçûk û bêtecrûbe û teze hatiye dunyayê, kiriye? Û ji ku hîn bûye? Ez, yanî ev Seîdê bêçare, îtiraf dikim ku şayet ez di şûna mixmixk û mormorka bi xortom de bama, piştî dersên pir dirêj û bi tecrubeyên pir caran, bes dikaribûm evî hunerî û evî şerê lêxistin û revê (herba kerr û ferrê) û xizmeta av derxistinê, hîn bûma.