Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Ger bêjî: “Di jîndaran de lezzet mumkun e. Lê di cemadat û bêcanan de, coş û lezzet çawa dibe?”

   Elcewab: Cemadat û bêcan, ne li ser navê xwe, lê li ser hesabê esmayê ku di wan de diçilwilin, şerefekî û meqamekî û kemalekî û rindiyekî û întizamekî dixwazin û lê digerin. Di pêkanîna wan wezîfeyên xwe yên fitrî de, ji ber ku her yekî wan dikevin hukmê neynik û nîşangehekî, lewma dibriqin û diteîsin û pêş dikevin. Mesela, çawa ku dilopeke avê, misqalek perçê camê, di şexsê xwe de bêronahî û bêqîmet e, gava bi dilê xwe yê sax û bi sidqê safî berê xwe bide rojê, ew çax ew dilop û perçê cama bêronahî û bêqîmet, dibe cûrekî erşê rojê û li rûyê te jî, dibişire. Han, her wekî vê mîsalê, zerreyên mewcûdat, ji esmayê Zatê Zulcelalê xwedî cemal û kemala mutlaq re, di hêla wezîfeperweriyê de, dibin neynik û wuhareng, ji dereceke jêr a wek wê dilop û zerreya şûşeyê, derdikeve dereceyeke bilind a eyanî û ronahiyê. Madem di hêla wezîfeyê de, meqamekî gelek rewnaq û pir bilind digrin, ger lezzet mumkun û qabil be, yanî ger hissedarê heyata umûmî bin, ew çax meriv dikare bêje ku bi lezzeteke mezin, ewê wezîfeyê dikin.

   Delîlekî herî eşkere yê nîşan dide ku wezîfeyê de lezzet heye, eve ku: Tu li xizmeta eza û hestên xwe binêre. Di wî xizmetê ku her yekî ji wan bo dewama şexs û new’ê xwe, dikin da; lezzetên wan ên cuda cuda hene. Xizmet bi xwe, ji bo wan, dibe tam û lezetek. Heta, terka xizmetê, ji bo wî ezayî, dibe cûreyekî ezabê ewî uzwî.

   Him delîlekî herî eşkere jî, ew weziyetên merdane û fedakarane ne ku heywanên wek dîk yan jî mirîşka qupika dîya çêlika, di wezîfa xwe de nîşan didin:

   Dîk, digel ku birçî ye jî, mirîşkan tercîhê nefsa xwe dike û ji bo rizqê ku dibîne, gazî wan dike, ewî rizqî naxwe, bi wan dide xwarinê. Tê xuyan ku bi coş û îftixar û lezzeteke mezin ve, ewê wezîfeyê dibîne. Nexwe, di wê xizmetê de, lezeteke ku ji xwarinê zêdetir e, digre.

   Him qurpa (mirîşka bi kurk) ku ji çîçik û cûcikên xwe yê piçûk re şivantiyê dike jî, ji bo xatirê cûcikên xwe, ruhê xwe feda dike; xwe davêje nav çavê kûçikê. Xwe birçî dihêle; lê wana têr dike. Nexwe ji wê xizmetê, lezzeteke wusa digre ku, tercîhê êşa birçîbûnê û jana 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat