Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

lazime ku biçî(herî) hewar û alîkariya wanên hindik ku dawetî heyata baqî dikin. Eger na, ku tu wan dawetvanên hindik huş bikî û alîkariya wanên pir bikî, dibî hevalê şeytan.

   Ma gelo ji te wetrê, ev halê feqîr ê vî milletî, ji zuhdeke dîndarane û ji terka dunyayê ya tembelkarane ye? Tu di vê zenna xwe de, xeta dikî. Ma tu nabînî ku Çîn û Mecûsî û Berahîmeyên Hîndê û zenciyên Afrîqayê û her wuha, milletên ku ketine bin tasallûta Ewrûpa, ji me bêhtir feqîr in. Him ma hûn nabînin ku xêncî xwarina nanoziko, tu tiştek di destê wan de, nahêlin. Yan kafirên zalimên Ewrûpayê, yan jî munafiqên Asyayê, bi dek û desîsan, yan didizin yan jî dişêlînin.

  Meqseda we ya ku hûn ehlê îmanê awha bi darê zorê sewqê medeniyeta bê“mîm” dikin, ger temîna asayîşa memleket û rihetiya îdareyê be, bi qetî bizanin ku hûn xeta dikin; sewqê rêya xelet dikin. Lewra, îdareya sed fasiqên ku îtiqada wan zeîf û exlaqê wan xerab bûyî û temîna asayîşa di nav wan de, ji îdara bi hezaran ehlê salah û dîndaran zortir û dijwartir e.

   Va ye ji ber van esasan, ne hewce ye ku ehlê Îslamê sewqê bal dunyayê û hirsê bin û di van hêlan de werin sewqkirin. Pêşketin û asayîş, bi van ve, pêk naynê. Bîlakîs îhtiyaç bi sererastkirina mesayîya wan û tesîsa emniyeta di navbera wan û teshîla dustûra hevkariyê, heye. Ev îhtiyaca jî, bi emrên dînî yên qudsî ve û bi teqwa û salabeta dînî ve, pêk tê.

   Notaya Heyştan: Ey însanê teralê ku lezzeta di kar û xebatê de nizane! Bizanibe ku:

   Xweda Teala ji kemala kerema xwe, xelata xizmetê, di nav xizmetê de derc kiriye. Ucreta emel, di  nav emel bi xwe de, bicîh kiriye. Va ye, ji ber vê sirrê ye ku mewcûdat, hetta di hêlekî de camîdat jî, di wezîfeyên xwe yên xusûsî yên ku jê re ewamîrê tekwînî tê gotin de, bi coşeke mezin û bi cûrekî lezzetê, emrên rabbanî tînin cîh. Ji mozehingiv û mêş û mirîşkê bigre heta roj û hîvê, her tişt bi lezzet û kêfxweşiyeke mezin, li wezîfa xwe dixebite. Nexwe, di xizmeta wan de lezzetek heye, ji ber ku aqilê wan tune, bêyî ku aqûbet û encamê bifikirin, wezîfa xwe bi awakî mukemmel îfa dikin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat