Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Tembîh

 

   Heval! Tewhîd, du qisim e:

   Yek tewhîda amiyane ye ku dibêje “Xweda yek e; şirîkê wî, tune û ev kaînat, tev milkê wî ye”. Xwediyên vî qismê tewhîdê, talûkeya wan a ku di bîr û baweriya xwe de bikevin xeflet û dalaletê, heye. Lewra baweriya wan teqlîdî ye.

   Ya duduyan, tewhîda heqîqî ye ku dibêje “Xweda yek e; mulk, yê Wî ye; wucûd, yê Wî ye; her tişt yên Wî ne;” xwediyê îtiqadeke wusa ne ku baweriya wî bi tu tiştî naheje. Xwedanê vê baweriyê, li ser her tiştî, sikkeya Xweda dibîne. Muhra Xweda ya ku li ser eniya her tiştî ye, dixwîne. Wuhareng dibin xwedîyê melekeya tewhîdeke huzûrî ku xwe ji hucûma ewham û dalaletê xelas dikin.

   Emê çend mertebeyên evî qismê tewhîda dudyan ku me ji Qur’anê îstifade kiriye, di nav çend “Lem’eyan” de, îzah bikin:

   LEM’EYA YEKÊ: Baş binêrin! Li ser rûyê her mesnûyekî, sîkkeyeke wusan heye, mexsûsê wî Xaliqî ye ku her tişt xuliqandiye. Û li eniya her mexlûqekî, muhreke wusan lêketiye ku, ji Xaliqê ku her tiştî çêkiriye pê ve, di destê tu kesî de tuneye. Û di paşiya her mektûbeke ji wan mektûbên ku qudreta ezelî neşir kiriye de, îmzayeke wusan ku teqlîda wan ne mumkune, heye ku xasê sultanê ezel û ebed e. Ji van sikke û nîşanan, tenê li sikkeya î’caza ku li ser heyatê dibiriqe, binêrin ku, bisebeb heyatê ji yek tiştekî, pir tişt çêdibin û îcad dibin. Û gelek tişt jî, bi emrê rebbanî diqulibin û dibin yek tiştekî. Mesela: av, tenê yek tiştek e. Ji gelek eza û cîhazên însan re, bi emr û fermana Xwedê Teala dibe menşe û bingeh. Û pir cûreyên xwarin û xwirek û meywe dikevin mîda însan. Xwedê Teala ji wana, yek wucûd û cesedekî çêdike û dertîne meydanê.

   Wuhareng, ger mirovekî baqil û xwedî qelb û şuûr, li ser vî alî bifikire, ewê fêm bike ku çêkirina pir tiştan, a ji tiştekî; û qulibandin û 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat