Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Notaya Heftan: Ey hemiyetfiroşê bedbextê ku muslimanan bi şîddet teşwîqê dunyayê dikî û bi darê zorê wana sewqê senet û teraqiya ecnebî dike! Haya te jê hebe ku bila bend û baxên hin însanên vî milletî ku dîn ve ne, neqetin! Ger bi awakî awha ehmeqane û korekor û di bin zext û topizan de, bendê hinekan, ji dîn biqete; ew çax, dê ew însanên bêdîn, di heyata civakî de, wek jehreke kujer zirar bidin. Lewra, ji ber ku wicdana murted û bêdîn, bi temamî xirab dibe, ji bo heyata civakî dibe jehrî. Lewma di ilmê usûlê de, dustûreke usûla şerîetê ye ku dibêje: “Heqqê heyata murted, tune. Lê kafir, ger zimmî be yan jî sulhê bike, heqqê heyata wî heye.” Him di mezhebê Henîfî de, şehadeta kafirekî ehlê zimnî, meqbûl e. Lê şahidiya yê fasiq, merdûd e û ne tê ye. lewra, xayîn e.

   Ey mirovê fasiqê bedbext! Li pirbûna fasiqan nenhêre û nexape û nebêje “fikra pirê însanan, wek min e”! Lewra mirovê fasiq, bi dilê xwe nebûye fasiq û û bi emdê xwe û bi dawxaza qesdî, neketiye fisqê. Bîlakîs ketiye navê, nikare derê. Qe tu fasiqek tune ku temenniya salihiya xwe neke û serek û serkarên xwe dîndar nexwaze. Bes îlla, –el iyazûbîllah– bi îrtidadê wicdana wî, xirab bûbe û wek mar ji jehrandinê lezzet bigre.

   Ey seriyê dîn û dîwane û qelbê pûç û xirab! Ma bi te wetrê “Musliman ji dunyayê hez nakin yan jî nafikirin; lewma ketine halê feqîriyê û muhtacê îkazê ne; da ku par û hissa xwe ya dunyayê ji bîr nekin”? Zenna te, xelet e. Texmîna te, xeta ye. Bîlakîs hirsa malê dunyayê zêde bûye. Lewma, ketine halê feqîrtiyê. Lewra, hirs û çavbirçîtîya di mu’mîn de, sebebê xisaretê û sefaletê ye.

اَلْحَرِيصُ خَائِبٌ خَاسِرٌ

bûye wek gotinên pêşiyan. Belê, sebebên ku insan gazî bal dunyayê dikin, zaf in. Di serî de, nefs û hewa meriv, îhtiyac û hawwas, hest û şeytan, şirînayiya dunyayê ya derewîn û hevalên xirab ên wek te; gelek gelek teşrîfdarên dunyayê hene. Hal ew hal e ku, dawetvanên axireta ku baqî ye û gazîkerên heyata ebediya dirêj, hindik in. Şayet, ji bo vî milletê bêçare, qasî zerre misqalê di te de xîret hebe; û qal û bala te ya xîret û hamiyetê ku ne derew be, 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat