De’wa wan kesên ku red û înkarê dikin, herçiqas sûreten yek e; lê pir in. Îttifaqa wan tune; da ku xurt û hêzdar bin. Lêbelê dewa ehlê îspatê de, îttifaq heye. Quwetê didin hevûdu. Lewra ewê ku hîva Rojiya Remezanê ya li asîman nabîne, dibêje ku: “Di nezera min de, hîv tune. Li ba min nayê xuyan.” Yekî din jî, dibêje: “Di nezera min de tune.” Yên din jî, wusa dibêjin. Her yekî wan dibêje ez di nezera xwe de nabînim. Nezerên wan jî, ji ber ku cuda cuda ne û sebebên ku dibin perde ji nezera wan re, ew jî, jixwe cihê cihê nin; lewma dew û îddiayên wan, hevûdu nagrin û quwetê nadin hev. Lê ew kesên ku îspat dikin, nabêjin ku: “Di nezer û nêrîna min de, hîva nû heye.” Bîlakîs dibêje ku “Di heqîqetê de û li rû ezman, hîv heye; tê xuyanê. Ew hemû kesên ku dibînin, eynî yek dewa û îddiayê tînin ziman û dibêjin ku “Di heqîqetê de heye.” Nexwe hemû de’weyên wan yek in. Lê yên ku red û înkar dikin, ji ber ku nêrîn û nezera wan ji hev cuda ne, dewê wan jî, cihê cihê nin. Nikarin hukmê, li rastiya rastîn bikin û li heqîqetê tesîr bikin. Lewra di rastiya rastîn de, red û înkar, ne mumkun e ku were îspat kirin. Lewra, îhate lazim e.
اَلْعَدَمُ الْمُطْلَقُ لاَ يُثْبَتُ اِلاَّ بِمُشْكِلاَتٍ عَظِيمَةٍ
qaîdeyeke usûlê ye. Belê, gava tu ji tiştekî re bêjî li dunyayê heye; tenê ewî tiştî nîşan bidî, kafî ye ji bo îspatê. Lê şayet tu bêjî tune û reda wî bikî, ew çax lazim e ku tu hemû dunyayê eleg û bêjingê re derbas bikî; da ku nîşan bidî û îspat bikî.
Ha, ji ber evê sirrê ye ku red û ketma heqîqetekî ya ehlê kufrê, wek vê mîsalê ye ku çawa meriv meseleyekê hell bike yan jî li ser hendeqekê re banz de yan jî qulleke teng re derbas be; yek jî, hezar jî, yek in. Lewra, nikarin alîkariya hev bikin. Lê ewên ku îspat dikin, ji ber ku di rastiya rastîn de, li heqîqeta halê dinêrin; îddiayên wan, mil didin hev û tifaqa wan çêdibe. Her wekî rakirina kevirekî giran e ku çiqas dest pê bigrin, ewqas rakirina wî bêtir hêsan dibe û ji hevûdu hêz digrin.