Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Na. Nexêr. Ewên bi safik û sefîhane teqlîd dikin, ne ku li pey wan diçin, bereks tevlî wan dibin û xwe û birayên xwe îxdam dikin. Bila haya we hebe û bizanin, heta ku hûn awha bi tehrekî bêesl û bêexlaqî li pey wan biçin, dew û doza we ya hamîyet û mîllîyetperwerîyê, vir û derew e! Lewra şopandina we ya bi vî rengî, li millet heqaret e û li gel, qirf û tinaz e!

هَدٰينَا اللّٰهُ وَاِيَّاكُمْ اِلَى الصِّرَاطِ الْمُسْتَقِيمِ

   Notaya Şeşan: Ey însanê bêçare yê ku ji ber pirbûna kafiran û ji ber îttifaqa wan a derheq înkara hinek heqîqetên îmanê de, diqilqile û dikeve wesweseyan û îtiqada xwe xerab dike! Bizanibe ku qiymet û ehemniyet, di kemiyet û pirbûna hejmaran de nîne. Lewra gava însan, ne însan be, diqulibe heywanekî wek şeytan. Însan wek hinek fireng û firengmeşreban, di îhtîrasê heywanî de, her ku pêş dikeve; tê mertebeyeka heywaniya bêtir xurt. Tu dibînî ku her çiqas heywan, di hêla kemiyet û hejmaran de, pirbûneke wan a bêdawî heye; însan li gorî wan, gelek hindik e jî, lê dîsa li ser wan bûye sultan û xelîfe û hakim. Ha, însanên kafir û ew sefîhên ku di rêya wan de diçin, cins û cûrekî heywanên Xweda Teala yên xebîs in ku Fatirê Hekîm wana ji bo îmar û înşaya dunyayê xuliqandiye. Wana xistiye wahîdê qiyasî û mîqyas û mîzan ji bo eyan û beyana dereceyên nîmetên ku dide ebdên xwe yê mumîn. Dawiya dawîn jî, teslîmê ewê cehennema ku musteheq in, dike.

   Han, di red û înkara kuffar û ehlê dalaletê ya di heqîqeteke îmanê de, quwet tune. Lewra, ji ber sirra înkarê, îttifaqa wan, qels e. Hezar kesên ku înkar dikin, qasî yekî tenê ne. Mesela, hemû ehlê Stenbolê, di serê rojiya Remezanê de, ji ber ku hîv nedîtine, înkar bikin; bi îspata du şahidan, hukmê ewê îttifaq û redda wê civata mezin, dikeve. Madem mahiyeta kufr û dalaletê, red e, înkar e, cehl e û tunebûn e. Îttifaqa kuffarê ya bi kesret û pirbûnê, ne muhim e. Hukmên du mumînên ehlê heq ku di meseleyên îmanî yên heq û sabît û musbet de, şahidiyê dikin; ser îttifaqa ehlê dalaletê re ye û wana mexlûb dike. Sirrê evê heqîqetê ev e ku:

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat