wezîfedar î. Bi navê wî bixebite û li ser hesabê wî bişuxule. Ew e ku tiştên tu bi wan hewcedar î, ji te re weke rizq rêdikê û te ji tiştên derê taqeta te, diparêze.
Armanc û encama evê jîyana te ew e ku tu bibî naîlê nav û şenên Wî Xwedayê Alîye. Dema mûsibetek hate serê te, bêje:
اِنَّا لِلّٰهِ وَاِنَّۤا اِلَيْهِ رَاجِعُونَ
Yanî, “Ez di xizmeta xwedîyê xwe de, me. Ey mûsibet! Heke tu bi îzn û riza wî hatibî; merheba ji te re, tu bi xêr hatî. Lewra helbet emê rojekê vegerin bal Wî û emê biçine hizûra Wî û em Wî dixwazin. Madem bivê nevê, dê her rojekê, me ji barê jîyanê azad ke. De ka ey mûsibet! Bila ew terhîs û ew azadkirin, bi destê te be, ez razî me. Heke emir dabe te û xwestîye ku min di parastina emanet û xwedî derketina wezîfa xwe de, biceribîne, lê navê ez teslîmê te bikim; vêca heta ji min bê, heta ez pê emin nebim, emanetê Xwedayê xwe, teslîm nakim.”
Vaye ji hezaran, li yek nimûneyeke dereceya dersa ku dehaya felsefê û hîdayeta Quranê didin, binêre.
Belê rastîya rewşa herdu alîyan, çawa ku me qal kir, eynî bi wî awayî ye. Lêbelê di hîdayet û dalaletê de, dereceyên mirovan cûre bi cûre ne. Mertebên xefletê jî pir in. Herkes di her mertebê de, evê rastîyê bi temamî seh nake û pê nahise. Lewra xeflet, hîss û hestîyarîyê betal dike. Û di vî zemanî de, bi dereceke welê hîssê betal kirîye ku, ehlê medenîyetê, êşa evê derd û elema kûr hîs nake. Lêbelê bi zêdebûna hessasîyeta ji ilm û zanînê û bi îkaza mirinê ku rojê sîh hezar cenaze dide nîşandanê, ew perdeya xew û xefletê diçire, diqelişe. Hezar nifir û qeda li wan kesan be ku bi taxût û ilm û fennên ecnebîyan, diçin ser dalaletê û korekor wana teqlîd dikin û li pey wan dikevin!
Ey ciwanên vî welatî! Teqlîda Firengan nekin! Piştî evqas tedayî û dijminahîya ku Ewrûpîyan li we kir, gelo bi çi eqlî hûn sefahet û fikrên wan ên batil, dişopînin û teqlîd dikin.