Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Şagirtê felsefê ji bo nefsa xwe, ji birayê xwe direve û li dijî wî dewe vedike. Lê şagirtê Qur’anê hemû ebdên salihên li erd û asîman, ji xwe re weke bira dizane û bi awayekî dilxwazî, ji wan re dua dike. Û bi kamranîya wan kêfxweş dibe û di rihê xwe de bi wan re têkilîyekî zêde hîs dike. Him tiştên herî mezin ên weke erş û rojê, memûrên serfirû û bendeyên weke xwe, dihesibîne.

   Hem bilindî û berfirehîya ruhên herdu şagirtan bi vê bide berhev ku:

   Quran, bilindî û ferehîyekê welê dide ruhê şagirtê xwe, ji dêla nod û neh libên tizba, zerreyên nod û neh alemên ku cilweyên nod û neh navên Xwedê ne, weke libên tizba didê destê şagirtê xwe û dibêjê “Wirdên xwe, bi van ve bixwînin.”

   Va  ye ji telebeyên Quranê yên weke Şahê Geylanî, Rufaî, Şazelî dema wirdên xwe dixwînin, guh bide wan, binêre! Sîlsileya zerreyan, dilopên baranê, jimarên nefesa mexlûqat dane destên xwe û bi wan ve, wirdên xwe dixwînin. Xwedê Teala zikr û tesbîh dikin.

   Va ye terbîye û perwerdehîya Qurana Mucîzul Beyanê binêre: Çawa evî însanê piçûkê ku bi derd û kedereke herî piçûk û bi xemeke hindik ve, dewxa wî tere û hişê wî dice, mexlûb û têkçûyê mîkrobeke piçûk e, bi terbîya Quranê çiqas bilind dibe. Û çawa latîfeyên wî fereh dibin ku hemû hebûnên evê dunyaya qerase û terikî, ji tesbîhên wirdên xwe re, kêm dibîne. Û cennetê, ji zikr û wirdên xwe re hindik dibînê û ji alîyê din ve, nefsa xwe ji heywanekî piçûk ê Xwedê Teala mezintir nabîne. Di nava îzzeteke bêdawî de, tewazuyeke bêdawî dicivîne. Wuhareng tu karî bidî berhev ku şagirtên felsefê, li ber vana, ka çiqas pest û pintî ne.

   Vaye rastîyên ku felsefeya kurmî ya Ewrûpa bi dehaya xwe ya yekçavî, şaş û xelet dibîne; hîdayeta Quranê ya li herdu dinya dinêre, bi herdu çavên xwe yên rewnaq ên xeyb bîn, herdu aleman dibîne, ji bo mirovahîyê, bi herdu destên xwe îşaretê seadet û kamranîya herdu dunya dike û dibêje:

   Ey însan! Nefs û malê ku di destên te de ne, ne milkê te ne, bereks li te emanet in. Xwedîyê wî milkî, Rehîmekî Kerîm e ku her tiştî dizane û bi her tiştî dikare. Ew dixwaze ku milkê xwe yê li cem te, ji te bikire. Dê ji bo te biparêze, da winda nebe. Pişt re, dê fîyetekî girîng bide te. Tu leşkerekî fermanber û

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat