Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Hişê te yê tarî, roj û ronahîya mirovahîyê vegerandîye şevê. Ji bo germkirina wê şeva reş û tarî ya bêhnteng, tenê te tava lambeyên derewîn û bihurok, îcad kir. Ew lambe, li rûyê însan, bi kêf û şadî nabişirin. Bereks, qirf û henekên xwe, bi wî kenê eblehane yê halê beşerê belengaz ê ku meriv girîvedike, dikin.

  Di nêrîna şagirtê te de, her tiştê jîndar, musîbetzedeyên di bin êrîşa zaliman de ne. Dunya, warê şîn û girînê ye û matemxaneyeke giştî ye. Dengên li dunyayê, qêrîn û zarînên ji ber êş û mirinê ne. Şagirtê te yê ku dersa tam, ji te girtîye, fîrewnek e. Lêbelê fîrewnekî welê zelîl e ku ji tiştê herî bêqîmet re ibadetê dike û her tiştê bi menfîet ji xwe re reb dizane. Hem şagirtê te, serhişk û bi rik e. Lê serhişkekî welê miskîn e, ji bo piçek lezzetê, zîlleteka bêhed qebûl dike. Rezîltî û hizektîyek welê nîşan dide ku, bo piçek menfieta xwe, lingê şeytên maç dike.

   Hem zorbe û kotek e. Lê ji ber ku di qelbê xwe de piştgirekî nabîne, kotekekî di eslê xwe de, xwefiroşê xayet zeîf e. Xaya xîreta wî şagirdî, tetmîna hewesên nefsê ne. Û fêlbazek e ku di bin perda hamîyet û xîret û fedakarîyê de, li menfieta şexsê xwe digere û ji bo têrkirina çavbirçîtî û quretîya xwe dixebite. Ji nefsa xwe pê ve, qe ji tu kesî jidil hez nake.

   Lêbelê şagirtekî Quranê yê xalis, ebdek e. Lê ji bo mexluqê herî mezin jî, tenezulê îbadetê nake. Û bendeyekî welê ezîz e ku feydeka mezin a weke cennetê, nake armanca ubûdîyeta xwe. Him helîm û selîmekî di nerma xwe de ye. Lê rûnermekî xwedî xîretek mezin e ku ji xeynî Fatirê Zulcelal pê ve, bê îzna wî, serê xwe li ber kesî xwar nake. Hem feqîr e. Lê bi wê xelata xwedîyê wî yê Kerîm ku jê re amade kirîye, feqîrekî bêminnet e. Hem zeîf e. Lê ji ber ku pişta xwe daye wê quwweta bêdawî ya Mîrê xwe, zeîfekî hêzdar e. Qurana ku ji şagirtekî xwe yê heqîqî re bihişta ebedî nake armanc, dê çawa evê dunya pûç û betal bike meqsed û xaye?

   Ahve fêm bike ku ka xîreta herdu şagirtan çawa ji hev, cuda ne.

   Him tu dikarî xîret û fedakarîya şagirtê felsefeya nexweş û Qurana hekîm, bi vê ya bidî berhev. Wuha ku:

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat