Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Gelo ew zerreyên xwarinê ku bi coş û şewqeke pir zêde, ji bo têrbûna hucreyên bedena mirov dibazin û wuhareng cîlweyeke ji wê destûra hevkarîyê nîşan didin, çawa pevçûn e? Çawa lihevxistin e? Bîlakîs ew hevkarî û bazdan, hevkarîyeka bi emrê Rebbekî Kerîm e.

   Him esasekî te yê pûç ev e: Tu dibêjî “Her tişt xwedîyê nefsa xwe ye”. Delîlekî qet’î yê ku qet tu tişt xwedîyê nefsa xwe nîne, ev e: Di nav sebeban de, yê herî xwedî hêz û di îmkana hilbijartinê de, xwedî vîn û îradeya ferehtir, însan e. Hal ev e ku di nav kirinên mirov de, yê bi bijartina wî ve girêdayî –weke fikirîn û gotin û xwarinê– ji sed para, tenê yek pareke bi guman/şik, di bin daîra vîn û îrada wî de ye. Kesê ku ji fîîl û kirinên xwe yên eşkere, jê sed parî, parek jî tam di destan de nîn be, çawa jê re tê gotinê ku ew “xwedîyê nefsa xwe ye”? Însanê ku xwedîyê şerefeke herî bilind e û xwedî îradeyeke herî fireh e, evqas destê wî ji teserruf û xwedî derketinê hatibe birrîn û girêdanê, –ser da jî– ew kesê ku bêje “Ew jîndarên din ên wek heywan û mexlûqên bêcan, xwedîyê xwe ne”, îspat dibe ku ew bi xwe, ji heywanan heywantir û ji bêruhan bêruhtir û bêhiştir e.

   Ya ku te davêje evê şaşîtiyê û dixe nav evê belayê, hişê te yê yek çavî ye. Yanî ew zeka û jîrekîya te ya xarîqe û bêyom e. Te bi wî hişê xwe yê kor, Rebbê xwe yê ku Xaliqê her tiştî ye, ji bîr kir. Te her tişt, siparte tabîeteke mevhum û xeyalî. Te eser û senetên Wî, dane sebeban. Te mal û milkê wî Xaliqî, li wan taxutên ku îlahên batil in, belav kir. Di vê xalê de û di nêrîna fikra te de, pêwîst e ku her tişta jîndar û ruhber, her însanek, bi tena serê xwe, li hemberî dijminên bêhesab li berxwe bide û ji bo destxistina ihtîyacên xwe yên bêdawî, têbikoşe û mecbûre ku bi hêzeke weke misqalekê, bi îradeyeke weke mûyekê, bi hişê kinê qasî çirûskekê, bi heyateke kurt a mîna birûskekê, bi umrekî buhurokê weke birqekê, bi dijminên bêhesab re, serî derxe. Hal ev e ku sermaya wî jîndarê bêçare, ji hezar xwastekan, têra yek xwastekekî wî, nake. Dema dikeve musîbetekê, ji sebebên ker û kor pê ve, ji tu deran, derman napê. Dibe ayîneya sirra 

وَمَا دُعَۤاءُ الْكَافِرِينَ اِلاَّ فِى ضَلاَلٍ

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat