Çek û hespên wan û hin lazimîyên ku Mîr daye wan, ji wan distînin û teskereya îznê didin wan. Her çiqas ew leşkerên ku tên terxîskirinê, ji ber ku ew çek û hespên hevaltîya wan kiribûn, gava ji wan tê stendin, hebekî xemgîn dibin. Lêbelê bi rastî, ew bi terxîsê dilgeş dibin û ji ber ku diçin zîyareta Mîr û divegerin paytexta Mîr û Mîr zîyaret dikin, gelekî memnun dibin. Carna memûrê terxîsê liqayî leşkerekî ecemî tên... Leşker wan nas nake. Dibêjinê “Çeka xwe teslîm bike”. Leşker dibêje:
— Ez leşkerê Mîr im, ez di xizmeta wî de me. Paşê ezê biçim bal wî. Hûn çi ne û kî ne? Heke hûn bi îzn û riza wî hatibin, hûn ser seran, ser çavan hatine. Emrê wî nişanî min bidin; eger na, xwe bidin paş, ji min dûr bikevin. Ger ez tena serê xwe jî bimînim û hûn bi hezaran bin jî, ezê bi we re şer bikim. Ne ji bo nefsa xwe, lewra nefsa min, ne ya min e; ya Mîrê min e. Bereqs nefs û çeka bi min re, emanetê xwedîyê min e. Ji bo mihafeza emanetê û himayeya heysîyeta Mîrê xwe û parastina îzzet û rûmeta wî, ez serî ji we re danaynim.
Va ye ev rewş, ji hezaran yek mînakek e ji bo wê rêya duduyan ku sebebê kêfxweşî û kamranîyê ye. Rewşên dî, tu qîyas bike. Li her derê sefera ewê rêya duduyan de, bi navê jidayîkbûnê, civîn û sewqîyateke leşkerî ya şad û şanaz heye. Bi navê mirinê, terxîseka leşkerî ya dilgeş û kêfxweş a bi mizîqe û bando, dixwuyê.
Va ye Qurana Hekîm, evê rêyê dîyarîyê mirovahîyê kirîye. Kî evê dîyarîyê tam qebûl bike, awha dikeve rêya ku diçe kamranîya herdu dunya. Ne bi tiştên çûyî xemgîn dibe û ne jî, ji tiştên bê, ditirse.
Ey Ewrûpaya duduyan a xirab! Hinek ji esasên te yên pûç û bê binyad ev in ku: Tu dibêjî, “Ji melayketên mezin heta bi masîyên piçûk, her zindî xwedîyê nefsa xwe ye û ji bo şexsê xwe dişxule û ji bo lezzeta xwe dixebite. Heqekî wî yê jîyanê heye. Xaya xîreta wî, armanca daxwaza wî, jîyîn e û temîna heyatê ye. Bi dustûra hevkarîyê ya ku ji dustûrên keremê yên Xaliqê Kerîm in ku hemû unsûrên kaînatê bi awayekî herî rind guh didinê û jê re emirber in ku nebat bi hewara heywanan ve, heywan bi arîkarîya însanan ve dibazin û çirûskên evê qanûna alemşumûla rehîmane û keremkar, te wek pevçûn zen kirîye û bi awayekî ehmeqane te biryar daye ku “jîyan pevçûn e”.