Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

kare jê re bêje “ew mesûd û kamran e? Va ye te beşerê bêçare, awha ji rê derxist. Di nav ceneteke derewîn de, ezab û azarê cehenemê, pê didî kişandinê.

   Ey nefsa xirab a mirovahîyê! Li vê temsîlê binêre û bibîne ku tu mirovahîyê bi ku ve dajo: Mesela, li pêşîya me du rê hene:

   Em di yekê re diçin û dibînin ku serê her gavê, mirovekî rebenê bêçare li wir e, zordar êrîşê ser mala wî dikin, dest dideynin ser tiştên wî û kolika wî xira dikin. Carna jî birîndar dikin. Di şiklekî welê de ye ku li wê rewşa wî ya belengaz, asîman digrî. Tu li ku derê dinêrî, rewş li ser vî miqamî diçe. Ji ber ku dengên di wê rêyê de tên bihîstin, borebora zaliman e, hawara mezlûman e; şîn û heznîyeka giştî, ewê rêyê rapêçaye û girtîye. Ji ber ku însan bi sebeb însanetîya xwe, bi êş û elemên mirovên din jî diêş e, dikeve nav xem û kederên bêhesab. Hal ev e, ji ber ku wijdan nikare evqas êş û eleman hilgire, ewê ku di wê rêyê de diçe, ji du tiştan, mecbûrê yekê dibe: An dê ji însanîyetê îstifa bike û jê derkeve û xwe bi hovtîyeka welê bigire û dilekî welê hilgire ku digel silametîya xwe, helaketa hemî kesan jî, dê wî neêşîne. An jî dê îcab û îqtiza hiş û dil, betal bike.

   Ey Ewrûpaya ku bi sefahet û dalaletê xirab bûye û ji dînê Îsewî dûr ketîye! Bi dehaya xwe ya bi yek çavî ku weke deccal e, te ev rewşa cehenemî, hedîyeyê ruhê beşer kir. Paşê te fehm kir ku ev nexweşîyeka welê bêderman e ku, însan ji alayê illîyîn/dereceya herî bilind, davêje esfelê safilîn/jêrtirînê jêrê, dadixîne binîya heywanên herî bedbext. Li hemberî evê nexweşîyê, dermanê ku te dîtîye, leyîstokên cazîb û hest û hewesên xewar û tevzok in û ew fantezîyên te nin ku muweqeten hîs û hestê betal dikin. Ev dermanê te, serê te bixwe û dê bixwe jî.

   Va ye rêya ku te li mirovahîyê vekirîye û kamranîya ku te daye, dişibe vê mîsalê.

   Rêya duduyan ku:  Ku Qurana Hekîm bi hidayeta xwe dîyarîyê mirovahîyê kirîye. Wuha ye:

   Em dibînin di her qonax û menzîla wê rêyê de û li her cih û li her bajarê wê, leşkerên baş ên Mîrekî adil, li her derê hene û digerin. Carna bi emrê wî Mîrî, hin ji wan leşkeran, terxîs dikin. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat