Bila xelet neyê fêhmkirin, Ewrûpa dudu ne:
Yek: Ez ji wê Ewrûpayê re nabêjim ku bi saya feyza ku ji dînê Îsewî yê heqîqî û ji Îslamîyetê hildaye, senetên ku jîyana civakî re kêrhatî ne û fennên ku xizmetkarîya heqanîyet û edaletê dikin, dişopînin.
Bereks, ez ji wê Ewrûpaya duduyan a xirab re dibêjim ku bi tarîtîya felsefeya tabiî, xerabîyên medenîyetê, wek qencî zen dike û mirovahîyê dajo sefahet û bêdîntîyê. Wuha ku:
Wê demê, min di wê gera ruhî de, başîyên medenîyetê û zanistên faydedar ne tê de, li hemberî şexsê manewî yê Ewrûpa ku felsefeya beredayî û bêkêr û medenîyeta sefîh û muzir daye destê xwe, gotibû ku:
Tu zanibî ey Ewrûpaya duduyan! Te bi destê xwe yê rastê, felsefeyeke pûç û ji rêbûyî û bi destê xwe yê çepê, medenîyeteke muzir û sefîh girtîye û tu dibêjî; “Dilşadî û seadeta mirovahîyê, bi van herdukan e.” Ev herdu destên te bişkên û ev herdu xelatên te yên pîs, serê te bixwin.
Ey ruhê bêyom ê ku kufr û kufranê belav dike! Gelo mirovekî ku him di ruhê xwe de, him di wicdana xwe de, him di hişê xwe de, him di dilê xwe de, musîbetzede be û derd û kulên dijwar hatibin serê wî û ketibe nav êş û azarê, lê bi beden û cîsmê xwe ve, bi awakî sûrî, di nav xeml û serweteke xapînok de bimîne, ka qet mumkun e ku bi vê ya dilşad û bextîyar be? Ma meriv dikare jê re bêje, “dilşad û mesûd” e?
Gelo ma tu nabînî, mirovekî ku di karekî piçûk de gava daxwaza wî nayê cîh û hevîyên wî bi sebeb meqsedeke wehmî dişkên û ji ber tiştekî bêqîmet ku xeyalên wî ditemirin; xweşxîyalên wî lê diherimin û dibine agir; rewşên rewnaq û şirîn, wî tengezar û bêhnteng dikin, li dunyayê hilnayê, cîhan lê dibe zindan. Hal ew hal e însanekî bêçare re ku ji bela bêyomtîya te, di kûrahîya dilê xwe de û ta di derûnîya ruhê xwe de, derba dalaletê xwarîye û bi sebeb wê dalaletê, hemû hevîyên wî şikestîne û hemû êş û azar lê peyda bûne, gelo tu kîjan seadetê temîn dikî? Însanekî ku bedena wî di ceneteka derewîn û fanî de be û ruhê wî di ezabê cehenemê de bijî, gelo meriv