Yan jî, ew memûrana, nazir û çavdêr in ku bi wê îtaet û înqiyada xwe ya li hemberî qanûnên tekwînî û sunetullaha ku dibînin, li gor îstidadên xwe, new’ekî îbadetê fitrî dikin.
Nexwe sebeb, hin wesîle û wasite ne ku bes bi tenê ji bo nîşandana îzzeta qudreta ezelî û haşmeta rûbûbiyeta Xwedê Teala hatine danîn. Ne ku alîkar in bo ecz û ihtiyaca qudreta ezelî. Feqet memûrên serek û sultanên însanî, ji ber ecz û îhtiyaca wan, bi mecbûrî têne tayînkirinê û lewma wezîr û şirîkê wan in. Ji ber vê qasê, di nava memûrên Xweda û memûrên însanan de, tu munasebetek tune ye. Lêbelê însanê xafil û cahil, ji ber ku başî û hikmetên di hedîse û bûyeran de nabînin, dest bi gilî û gazinên ji Xwedê Teala dikin. Îcar ji bo guhertina hedefa evan şekwa û şîkayetan, sebeb hatine danîn. Lewra qusûr, ya wan e û ji ber bêqabîliyetiya wan, derdikeve holê. Ji bo vê sirrê, wek mîsaleke letîf, temsîleke manewî tête rîwayet kirin ku:
Hezretî Ezraîl Eleyhîsselam, ji Xwedê Teala re gotiye:
—Ya Rebbî, di wezîfa ruhistîniyê (ruhsitendinê) de û di qebza erwah de, dê ebdên te, gazinan ji min bikin û ji min bixeyidin.
Xwedê Teala bi zimanê hikmetê, jê re gotiye ku:
—Di navbera te û mexlûqê xwe de, ezê perda musîbet û nexwaşiyan deynim. Da ku gazinên xwe ji wan bikin û ji te nexeyîdin.
Belê çawa nexweşî, perde ne û xerabiyên ku di ecel de tên zennkirin, li wan têne bar kirin. Û di wezîfa ruhustîniyê de, hikmet û başî û xweşî, ayîdî wezîfa Hz. Ezraîl e. Her wusa jî, Hz. Ezraîl Eleyhîsselam jî, perdeyek e. Ji bo tenzîha hin hal û rewşêt di ruhsitendinê (qebza erwah) de ku zahiren ne munasibê merhemet û kemalata Xwedê Teala ne û bêmerhemetiyê tînin bîra meriv, wek emirber hatiye tayînkirin û bûye perde ji qudreta Îlahî re.
Belê izzet û ezamet, divê ku sebeb, wek perdedarê destê qudretê bin, di nezera aqil de;
Tewhîd û celal jî, wusa dixwaze ku sebeb, destê xwe bikişînin, ji tesîra heqîqî.