Merivek gava neynika destê xwe de, bide malekî yan bajarekî yan jî baxçekî; malekî, bajarekî, baxçekî mîsalî, di wê neynikê de dixuyê. Gava hereketeke basît û guherîneke piçûk, were serê wê neynikê, ew mal, bajar, baxçeyê xeyalî, serobinê hev dibe. Dewam û beqaya ewî bajar û mal û baxçeyê derva, yê heqîqî, faîdeya wî ji te re tune. Lewra ew mala ku di neynikê de û bajar û baxçeyê aîdê te, li gor dereca mîzan û mîqyasa neynikê ye. Jiyan û umrê te, neynik e. Sitûn û neynik û navenda dunya te, umr û heyata te ye. Ji ber ku her deqe muhtemel e ku ew mal û bajar û baxçe, bimire û mumkin e ku xerab bibe. Lewma di weziyetek e wusa de ne ku dibe her deqe li ser te de hilweşe û qiyameta te rake. Êdî ku wusan e, barên ku nikare hilde û bikşîne, tu li vê jiyan û dunya xwe, bar neke.
Notaya Çaran: Bizanibe! Ji edetê Fatirê Hekîm e ku pirî caran tiştên giring û qîmetdar, eynen îade dike. Yanî di guherîna fesl û demsalan de û di qulibîna esr û sersalan de, piraniya tiştan, mislen nû dike û tiştên qîmetdar û muhim, eynen îade dike. Di hemû heşrên rojane û salane û sedsalane de, ev qaîdeya edetullah, pirî caran berdewam e.
Va ye, ji ber vê qaîdeya sabît, em dibêjin ku madem bi îttifaqa hemû ilmên fennî û bi şehadeta ilman, fêkiya dara xilqetê ya herî mukemmel, însan e. Û di nav mexlûqat de, yê herî muhim, însan e. Û di nav mewcûdat de, yê herî qîmetdar, însan e. Û ferdekî însan, di hukmê new’ekî heywanan de ye. Helbet meriv bi hedseke qetî dikare hukum bike ku her ferdekî beşer, dê di heşra herî mezin de, bi eynî xwe û bi cîsmê xwe û bi îsmê xwe û bi resmê xwe, îade bibe.
Notaya Pêncan: Ji ber ku fen û medenîyeta Ewrûpa, bi qasekê di hişê Seîdê Berê de, bi cîh bibûn, Seîdê Nû dema hereketa fikrî de dimeşiya, fen û medenîyeta Ewrûpa, di wê ger û geşta qelbî de, qulibîn nexweşîyên qelbî û bûn sebebê gellek tengahîyan. Lewma Seîdê Nû hişê xwe daweşand û xwest wê felsefeya xapînok û medenîyeta sefîh û efsene bavêje. Di wê hengamê de, ji bo hîs û hestên nefsanî ku di ruhê xwe de, li baskê Ewrûpa, jê re şahdeyê didin, bide sekinandinê; di vê noteyê de, ez mecbûrê evê hevpeyvîna bi şexsê manewî yê Ewrûpa re, bûm ku ji serîkî ve kurt û ji serîkî ve jî dirêj e.