Notaya Ewil: Zemanekî, min ji nefsa xwe re gotibû ku: Ey Seîdê Xafil! Bizanibe, tiştekî ku piştî zewala alemê, bi te re hevaltiyê neke û dû xerabûna dunyayê, ji te biqete; ne layîqê te ye ku tu qelbê xwe pê ve girê bidî. Baxusûs karê aqil nîne ku tu bi wan tiştên fanî yên ku bi qedandina esra te, terka te dikin û pişta xwe didin te û xasma di rêwîtiya berzexê de, bi te re hevaltiyê nakin û xusûsen heta devê qebrê jî te rêwî nakin û bi taybetî di nav du sê salan de, bi firqet û hîcraneke ebedî, ji te diqetin û gunehên xwe di stûyê te de dihêlin û xasseten di dema destketinê de û bêyî dilê te, terka te dikin, qelbê xwe bi wan girê bidî. Ger aqilê te hebe, dest ji wan tiştên ku di bin înqilaba axiretê de û di rewşên berzexê de, di hevketina înqilabên dunyewî de, diperçiqin, diperitin û xerab dibin û di rêwtiya ebedî de nikarin bi te re hevaltiyê bikin, berde û qîmetê nedê; ji ber zewal û çûyîna wan, xem neke û berxwe nekeve. Tu li mahiyeta xwe binêre ku: Di nav hest û latîfeyên te de, latîfeyeke wusa heye ku xêncî ebedê û zatê ebedî, bi tu tiştî qaîl û razî nabe. Ji Wî pê ve, berê xwe nade tu tiştekî. Tenezzulê masîwa û mexlûqat nake. Tu hemû dunyayê bidî wê latîfeyê, ewê îhtiyaca fitrî, têr û tetmîn nake. Ew tişta jî, sultanê hest û latîfeyên te ye. Gura ewî sultanê ku emirberê Fatirê Hekîm e bike û guh bidê û xilas be.!
Notaya Duduyan: Min di xewneke heqîqetdar de dît ku ez ji însanan re dibêjim ku:
Ey însan! Ji dustûrên Quranê ne ku qe tu tiştekî ji masîwa û mexlûqên Xweda Teala, qasî ku bihebînî û jê re îbadet bikî, ji xwe mezintir zen neke. Him tu xwe –qasî ku qurre bikî û bikevî kîbrê– ser tu tiştekî re negre û mezin nebîne. Lewra mexlûqat, çawa di hêla dûrbûna ji hebandinê de, wekhev in; di aliyê mexlûqbûnê de jî, yek in.
Notaya Sisêyan: Ey Seîdê Xafil! Bizanibe ku tu bi xeletî û xapandina hîs, dunyaya ku xayet muweqqet û demî ye, nemir û daîmî dibînî. Gava li dunyayê û li derdora xwe dinhêrî, ji ber ku heta qasekî sabît û daîmî dibînî; tu xwe jî, bi wê nezerê sabît zen dikî û tenê ji hatina qiyametê tirs û xof digrî. Her wekî ku tu yê heta qiyametê bijî, bes ji wê saw digrî. Hişê xwe hilde serê xwe! Tu û dunya te ya xusûsî, her tim marûzê derb û darbeya zewal û fenayê ne. Ev xeletiya te ya hîs û hest û xwe xapandina te, dişibihe evê mîsalê ku: