Î’lem eyyuhel ezîz! Di ubûdiyete de, bes teslîmiyet heye. Tecrube û îmtihan, tune ye. Lewra serwer û mîrza; xulamê xwe, kolê xwe, dikare biceribîne û îmtihan bike. Lê ebd û xulam, di wê selahiyetê de nîne ku serwerê xwe, îmtihan bike. Û her wuha însan, Rebbê xwe, Xaliqê xwe nikare biceribîne.