Î’lem eyyuhel ezîz! Ruhê însanî, giriftar û bengiyê hewcedariyên bêhed û bêhesab e û şûn û warê êş û elemên bê jimar e. Îştahê wî ji tam û lezzetên bêsînor re heye. Xwediyê hêvî û emelên bêdawî ye. Hetta digel dalaleta qelbê xwe, ew şefqeta ku ji ruhê wî difûre û diherike, êş û elemên bêhed dihundirîne, îhtiwa dike. Lewma, heqê wî tune ku bêje, “Ka ez çi me? Çi qîmeta min heye ku ji bo min qiyamet çêbe; mîzanê daynin; pirsa heq û hesab were kirin?”
Ey ew kesê ku bi quretiyeke mezin, li ser kursiyê dalaletê rûniştîye! Di heyata xwe de, qe tu car qure û mexrûr nebe. Lewra ew heyata te, bi xwe xapandinekê, li ser piya ye. Awha ku: ew merivê dall û rêderketî yê ku li wî kursiyî rûniştiye, gava dehşeta zewal û fenayê difikire û ditirse, xwe bi îhtimala seadeta ebedî ve digre. Di terka teklîf û wezîfeyên dînî de jî, direve bal îhtimala tunebûna axiretê. Bi xwexapandina bi vî tehrî, ji her du êş û eleman, xelas dibe. Feqet di demeke kin de, girê vedibe. Rastî, dertê maydanê. Ne îhtimala ewil, êş û elema wî ji holê radike. Ne jî, îhtimala duduyan, barê wî, sivik dike.
Û her wuha, dibêje ku “Gava musîbet bi giştî be û ji bo her kesî be, êş û elema wê sivik dibe. Ez jî wek hevalên xwe yên musîbetzede me” û ji bin bar direve. Feqet musîbet ji ber ku giştî ye, êş û elema wê jî, zehf dibe, qat qat zêde dibe. Lewra eqreba û ehbabên wî jî, wek wî, di nava wê musîbetê de ne. Lewra ruhê însan, bi hemcinsên xwe re eleqedar e. Musîbet çiqas umûmî be, êş û elema wê jî, ewqas zêde dibe.
Ey bêçareyê ku di cepha şik û şubheyê de û di bin siya xefletê de, rûniştîye û rawestiyaye! Ewê lezzeta ku tu di bin hênikaya xefletê de û di nav şik û şupheyan de, tam dikî; wek lezzet zen neke! Ew hingivê jehrî ye. Demek şûn de, dê biqulibe ezabekî cehennemî. Ger bixwazî ku êş û elemê biqulibînî lezzetê; agir û şewatê, bizivirînî nûr û heyatê, li pênc wextan, bi qanceya rukû û secdeyê, xortoma quretiyê, bade û bigivêşe û serê wê bişkîne û îmanê tijê bikê. Paşê dewama tefekkura ayat û taetê bike; da ku perdeyên şik û şuphe û xefletê, biqelişin. Bila ew şadî û şirîniya xelasiyê ya ku di dalaletê de nabînî, derkeve der û mederê.