Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

înfîal û qabiliyet û tesîrgirtin, xasse û taybetmendiyên tiştên maddî û kesîf û cîsmanî ne. Belê, wek mînak, bala xwe bide tava li asîmana û evî çiyayê qerraseyê li vî erdê. Ew tava, her çiqas li asîmana ye, lê bi ronahiya xwe, li erdê, di nav tevger û fealiyetê de ye. Lêbelê ew çiya, tevî ewê ezameta xwe, bi awakî bê fealiyet, li şûna xwe sekiniye. Ne bandoreke wî heye û ne jî tevgereke wî.

   Û her wuha, ji fîîl û tevgerên di navbera eşya de tê fêmkirin ku kîjan tişt letîf û nûranî be, liyaqat û hêjayiya wî heye ku bibe faîl û sebeb. Li gor dereceya maddiyeta xwe, nêzî mertebeya tesîrgirtinê û musebbebiyetê dibe. Ji vê yekê tê fêmkirin ku xaliqê sebebên zahirî û mucîdê musebbeban, bes Sanîê Ezelî yê ku nûrul enwar e.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Tefekkur, xefletê ji holê radike. Dîqqet û hûrbînî, tarîtiya wehm û wesweseyan belav dike. Lê gava tu di nefsa xwe de, di hundirê xwe de, derheq rewşa xwe ya taybetî de, tefekkur dikî; bi awakî hûr û kûr lêbigere, li ser bisekine. Lê gava bala xwe didî rewşa umûmî  û afaqî, bi kurtasî û sethî bifikire; nekeve tefsîlat û kitkiteyan. Lewra ew rindî û qîmeta ku di kurtasiyê de heye, di tefsîl û teferuatê de, tune. Him jî, tefekura derva ya afaqî, mîna behra bêbinî ye; peravê wê tune. Xwe noq nekê, tuyê bixeniqî.

   Ey heval! Gava tu tefekkura nefsî, bi tefsîl û berfireh bikî; tefekkura afaqî jî, bi kurtasî û îcmal, bikî; nêzîkî wehdetê dibî. Gava tu eks û dijê vê bikî, kesret fikrê te belav dike. Wehm û weswese te bilind dikin û li hewa dixin, kîbr û enaniyeta te xurt dibe. Xefleta te, zêde dibe û diqulibe tebîetê. Va ye, rêya kesretê ya ku meriv dibe dalaletê, ev e.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Însan çiqas xafil û cahil e! Çi qas rêya xwe şaş kiriye û zirarê dide xwe. Terka xêreke mezin dike ku di dehan nehê wê de menfîeta wî muheqqeq e, tenê di yek alîkî de zirareke wî ya mewhûm heye; dalaletê tercîh. Belê, ji bo xatirê yek şupheyeke sofestayî, hîdayeta ku bi hezaran delîlê wê hene, diterikîne.

   Hal ew hal e, ji ber ku însan pir bi weswese û wehham e, gava di karekî dunyayê de, ji deh para, qasî parekê îhtimala zirarê hebe, xwe jê dûr digre, jê direve. Gava karê axiretê be, ji deh para, neh par zirara wî hebe jî, xwe jê dûr nade. Va ye cehalet, evqas dibe!

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat