Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

fêkiyekî, hêsan e. Lewra, li gor wehdetê, di navbera dareke piçûk a fêkiyan û dareke pir mezin a bi gelek fêkî de, ferq tune. Sebebê tunebûna ferqê, hêsaniya di tewhîdê de ye û zor û zehmeta di kesretê de ye.

   Ger li kesret û li pirbûnê bê sipartin, ji bo her fêkiyekê, her kulîlkekê, her pelgekê, her çiqilekê, temamê alet û cîhaz û sebebên ku wucûda hemû darê hewce pê heye, lazim in. Lewra kull, di nav cuzê de ye. Çi lazimê wê be, lazimê vê ye jî. Mesele, ne dervayê van her du şiq û deqan e.

   Xulase, ger çêbûna hucreyekê, hewaleyê wê bi xwe be; ew çax, lazim e ku ew sifatên ku kaînat rapêçane, di wê hucreyê de jî, hebin. Ger li sebeban were sipartin, ew çax lazim e ku hemû sebebên alemê, di wê hucreyê de kom bin. Hal ew hal e ew hucreya ku du destên kermêşekê tê de cîh nabin, ma qet dibe ku bibe ciyê du îlahan? Haşa!

   Digel vê yekê, ji hucreyê bigre heta alemê, di her tiştî de, cûreyekî wehdetê heye. Êdî ku wusa ne, dê Sanî jî, yek be. Lewra yek, bes ji yekî dertê. Û her wuha, hebbeyek dikare rojê bi tevî tava wê, rengên wê, hilde nav xwe. Feqet di aliyê çavkanîbûnê de, hebbeyek, du hebbeyan nikare bixe hundirê xwe. Û her wuha, wucûda xarîcî ji wucûda mîsalî sabîttir e, mukemmeltir e. Nuqteyeke ji wucûda xarîcî, dikare çiyayekî ji wucûda mîsalî hilde hundirê xwe. Her wuha, Wucûda Wucûbî, qewîtir û sabîttir û muhkemtir e. Ya rast, wucûda heqîqî û wucûda xarîcî, îbaretê ji vê wucûda Wacibî ye. 

   Ji ber vê qasê, wucûdên îmkanî yên ku ji ilmê muhîtê ezelî temessul kirine û peyda bûne, ji tecelliya nûra Wucûda Wucûbî re, wek neynik û ma’kes in. Êdî ku wusan e, ilmê ezelî, çawa ji wucûda îmkanî re eyne ye; her wusan wucûdên îmkanî jî, ji Wucûda Wucûdî re eyîne ne. Paşê her çiqas ewan wucûdên îmkanî, ji ilmê ezelî, întiqalê bi bal wucûda xarîcî kirine jî, lê negihîştine merteba wucûda heqîqî.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Merivê ku li qada kewn û wucûdê bisekine û bala xwe bide rewşa alemê, bi hedseke lezgîn, têdighê ku çawa tesîr û tevger, şanê tiştên letîf û nûranî û manewî nin; her wusa jî,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat