Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Yê din, hundirê wê ye ku senetê îlahî û rengê rehmanî ye. Ew hêz û quweta ku îddia dikin ku bi tabîetê re ye, cîlweya qudreta Xaliqê Hakîmê Elîm e. Tesaduf û îttifaqa kor a ku ehlê xefletê, wan weke bask bi tabîeta ku wek Sanî zen dikin ve zeliqandine jî, tewşik û terre turreyên şeytanan in ku ji ber wê bêçaretiya ji dalaletê dertê, ji ber xwe de derxistine. Lewra çawa ku di gelek kitêbên min de, bi awakî qetî’ hatiye îspatkirin ku ev senetê ku xarîqeyê xarîqeyan e, bes ji destê qudreta Xebîrekî Besîrê ku bi hemû wesfên kemalê muttesif e, derneketibe; ma qey bi destê evî mumkînê miskîn û kesîf û bêcan û hişk û qeydkirî ve, ev cil û kirasên ku li vê kaînatê bûne, hatine çêkirinê? Yan, ev rewş û neqşên ku alemê dixemlînin, kermêş û kosiyê çêkirine? Haşa, summe haşa!

   Belê, di însan de û di her tiştî de, şahidên qasî hejmarên mewcûdatê hene û nîşan didin ku ew mesnûyê Saniê Ezelî ne. Mesela:   

   1- Kaînat e. Belê zerrat û murekebatê ku di hemû kainatê de ne, her yekî wî, bi pêncî û pênc zimanan, şahidiyê dikin.

   2- Quran e. Belê Quran, bi kitêbên hemû enbiya û ewliya û muwahhîdîn, ayetên tekwînî û îcadî yên ku li rûpelên kewn û wucûdê hatine xuliqandinê, ji bo xellaqiyeta Xaliq, şahidên adil in.

   3- Rêber û resûlê mexlûqat û bi tevî hemû enbiya û ewliya û milyaketan, banga şehadetê dikin ku saniê her tiştî, Xweda ye.

   4-Taîfeyên îns û cîn, bi new’ên xwe û bi îhtiyacên xwe yên fitrî, şahid in.

   5- Xweda jî, şahid e ku ulûhiyet û xellaqiyet, xas û mexsûsê Xweda ye.

   Ey heval! Meseleya nemumkunbûna sen’et a bi wan her sê rêyên ku me qal kir, yan jî sipartina wan –çawa ku heq jî îcab dike– ya bi Xwedê Teala, wek mesela dareke bi fêkî ye. Wuha ku: Fêkiyên wê darê, yan li wehdet û yektîyê tên sipartinê. Yanî bi qanûna neşw û nemayê, dar ji rehê, reh ji dendikê, dendik jî, bi cîhanîna emrên qanûnên tekwînî, qanunên tekwînî jî, ji fermana Kun, fermana Kun jî, ji Wahidê Wacib dertê. Ew çax, xulqa ewê darê, bi hemû beşên xwe û bi pelgên xwe û bi guliyên xwe û bi fêkiyên xwe, qasî yek 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat