2- Lazim e ku di bedena însan de, qalibên bi qasî hejmarên murekkebên cûrbecûr ku ji zerreyan pêk tên –ên wek wan qalibên ku li çapxaneyan, pê herfan tertîp dikin– hebin.
3- Lazim e ku her zerreyek, wek wan kevirên kemerên kargîr, him hakimê hevalê xwe be û him jî mehkûmê wan be. Û her wuha, lazim e ku her yekî wî, ji yên din re, him bibe zid û him bibe misl û him bibe mutleq û bêsînor, him bibe muqayyed û mehdûd.
Muhalên kelîmeya Duduyan:
1- Me’xez û madena însan, yanî maddeyên ku wucûda însan pê hatiye çêkirin, maddeyên wek wan dermanên cihê cihê û cûrbicûr in ku di şûşeyên devê wan mohr kirî yên eczexaneyan de ne. Ger mumkun be ku bêyî destê kesî lêkeve û bi qasî îhtiyacê û bi întizam û pîvan û bi muwazeneya mukemmel, ew dermanan bi xwe berê, yanî bi serê xwe, ji wan şûşeyan derkevin û bikevin weziyeta melhemê; ew çax mumkun e ku însan jî, bê Sanî û senetkar, ji aliyê sebeb û maddeyên bêcan ve, hatibe çêkirinê.
2- Çiqas muhal e ku tiştek –bi întizama tam –bi aliyê sebebên bêhed û kor û kerr û bêcan û bêhiş ve, çêbe; ewqas jî muhal e ku însan bi wan maddeyan û bêyî senetkar çêbe. Hale hale têkiliya sebebên maddî, tenê bi aliyên dervayê eşya ve, heye. Nufûza wan a bi aliyê hundirê wan ê bi neqş û hunerên letîf û nazik û narîn û xerîb, tune ye.
3- Li gor îcab û îqtizaya ewê kelîmeyê, lazim e ku sebebên bêsînor, tev bi hev re û bi întizam û bi qasî îhtiyacê, di yek tiştekî de, di hucrekî de bicivin. Bi vê civînê, gere alem bi tevî ezameta cuz û ruknên xwe, bikeve kefa destê te û kom be. Lewra gava sebeb, bibin hostayê însan, ji ber ku hemû rukn û cuzên kaînatê bi însan re eleqedar in, divê di xulqa însan de, bibin amil û hosta. Hosta wexta ku tiştekî çêke, gere di navê de be ku karibe çêke. Ew çax di hucrekî însan de, gere hemû beşên alemê bicivin. Ev yeka, muhalek e wusan e ku muhala herî mumtenî’ û nemumkun e.
Muhal û batilbûna kelîmeya sisêyan.
Belê, du aliyên tebîetê hene. Aliyekî wê, zahirî ye ku ji teref ehlê xeflet û dalaletê ve, wek heqîqet hatiye zenkirin.