Lem’e
(Meala evê rîsaleyê û ya Gotina Bîst û Duduyan a Rîsaleyê Nûr, yek in.)
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
اَللّٰهُ خَالِقُ كُلِّ شَيْءٍ وَهُوَ عَلَى كُلِّ شَيْءٍ وَكِيلٌ
لَهُ مَقَالِيدُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ
فَسُبْحَانَ الَّذِي بِيَدِهِ مَلَكُوتُ كُلِّ شَيْءٍ
وَاِنْ مِنْ شَيْءٍ اِلاَّ عِنْدَنَا خَزَائِنُهُ
مَا مِنْ دَابَّةٍ اِلاَّ هُوَ آخِذٌ بِنَاصِيَتِهَا
Ey xafil û cahilê ku ew tişt û hedîseyên ku ji daîra sebeban dertên û çêdibin, dispêre sebeban! Wan sebebên ku tu wek xwediyê mal zenn dikî, ne xwediyê mal in. Xwediyê mal ê eslî, ew qudreta ezelî ye ku di pişt wan sebeban de, kar dike. Ewana, tenê wezîfedariya neşr û îlana tesîra heqîqî ku ji wê qudreta ezelî dertê, dikin. Nexwe, daîreya sebeban, her wekî daîreya qelemê ya hukumatê ye ku fermanên ji jor de tên, ji wê daîreyê têne teblîx kirinê. Lewra îzzet û ezamet, perdeyê dixwaze; tewhîd û celal jî, şirîkatiyê red dike, tesîrê nade sebeban.
Belê memûrên Sultanê Ezelî, hene; lê xwediyê kar û îcraatê nînin, da ku bibin şirîkê seltenet û rubûbiyetê. Bes bi tenê wezîfa wan memûran, tellaltî û danasîn e ku îcraeta qudreta ezelî, îlan dikin.