Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel ezîz! Fîîlên Xweda Teala, her çiqas munasibê hev in û eserên wî, dimînin hev û esmayê wî, neynikên hev in û sifatên wî, di nav hev de ne û şuûnê wî, tevîhev bin jî; ji bo her yekê wan, rewşeke xusûsî û helwest û tewrekî taybetî heye ku; meqsûdê heqîqî jî, ew tewrê taybet e. Tewrên din, tebeî nin. Lewma, mesela gava te ji eserê Xaliq, li cemadat û bêcanan nihêrî, ezamet û qudretê bike hedefa qesda xwe. Tecelliyên esmayê din, bi tebeî bifikire. Gava heywanan temaşe dikî, bi qesda merhemetê binêre. Bi nezereke tebeî, li tecelliyên din mêzeke.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Qurana Kerîm, ji bo hemû însanan, rehmet e. Lewra, çawa ku ji bo her însanekî, ji vê alema heqîqî, alemeke wî ya xeyalî ya mexsûsê wî, heye; her wusa, ji bo her kesî jî, Quraneke mexsûsî ya ku li gor meşrebê xwe fêhm û îqtibas kiriye, heye ku ruhê wî însanî terbiye û qelbê wî, tedawî dike.

   Û her wuha, mezîyeteke Quranê jî ev e ku: Her kes, wek hemû ulema û ehlê meşrebê, ji bo hîdayetê û şifayê, dikare ji gelek sûretan, ayetên cuda cuda wergire. Lewra, her ayetek, bi ayetên Quranê yên din re, têkiliyên wê yên zirav û aliyên wê yên hevgirêdayî hene. Di navbera wan de, xerîbî û kovîtî tune ye. Ji ber vê yekê, ayatên ku ji gelek sûretan hatine hildan, di hukmê Quraneke piçûk de ne.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Cumleya muqeddes a

لاَ حَوْلَ وَلاَ قُوَّةَ اِلاَّ بِاللّٰهِ

, li rewş û tewr û merheleyên însan ê nebatî û heywanî û însanî yên ku ji halê wî yê zerreyê bigre heta weziyeta wî ya mumîntiyê, dinêre. Di van qonaxan de, latîfeyên însan, marûzê pir û pir êş û eleman, hêvî û emelan e. Digel vê yekê, ew tiştên “hewl” û “quwet” pê re eleqedar in, nehatine eşkerekirin û nehatine vesînorkirin. Lewma, ev cumleya han, tesellîbexş e û li gor her meqamê ku di nav şumûla wê de ye, tê tefsîr kirinê. Mesela:

   1-

لاَ حَوْلَ عَنِ الْعَدَمِ وَلاَ قُوَّةَ عَلَى الْوُجُودِ اِلاَّ بِاللّٰهِ

   "Derketina ji adem û tunebûnê û hatina wucûdê, bi Xweda ye”

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat