Î’lem eyyuhel ezîz! Ferdekî însan, bi berfirehiya fikrê xwe, aqlê xwe û bi firehiya qelbê xwe, awakî kulliyetê bi dest dixe. Û dîsa ferdekî însan, derheq xîlafetê de, ji ber ku bi hêla şuûrê ve, bi eczayê alemê ve eleqedar e; ji ber ku –çi nebatî û çi jî heywanî be– di gelek new’an de, xwedî teserrûf e; her wekî new’ e. Ji ber vê yekê, ferdekî însan, dikeve rêza new’an. Lewma, ew qiyametên ku di –çi new’ên heywanî, çi jî yên fêkiyan da– bi tekrar diqewimin, heşr û neşrên salane yên ku di bihok-kêzik û heşerat de çêdibin, di her ferdekî însan de jî carî ye.
Xulase, çawa Quran bi ayetên xwe, bi awakî qetî delaletê hatina qiyameta mezin a ji bo benî beşer dike, her wusa jî, ayetên tekwînî yên kitêba alemê jî, ji bo qiyameta kubra, gelek delalet û îşaretên wê yên qetî, hene.
Î’lem eyyuhel ezîz! Qurana Kerîm gava tê xwendin û dema tu guhdarî dikî, dikarî bi cûreyên cihêreng guh bidê.
1- Resûlê Ekrem Eleyhîsselatû Wesselam, gava derkete ser kursiyê pêxembertiyê û bi teblîxa ayatên Quranê, xîtabê benî beşer kir, ji bo guhdariya xwendina wê ya bi qelben û xeyalen, guh bişîne wî zemanî. Tu yê mîna ku ji wî devê mubarek derdikeve, guhdar bikî.
2- Yan jî, mîna ku gava Cebraîl (e.s), teblîxê Hz. Muhemmed (s.) dike, guhdariya ewê rewşa teblîx û tebelluxa ku di navbera her du hezretan de, dikî.
3- Yan jî bikevî rewşeke xeyalî ya mîna ku tekelluma Mutekellîmê Ezelî yê ku di pişt heftê hezar perdeyan de û ji meqamê Qabê Qewseyn ê bi Resûlê Ekrem Eleyhîsselatû Wesselam re, guhdarî dikî.
Î’lem eyyuhel ezîz! Eleqedariya şuûr û ilmê te ya bi te re, li gor rewş û lewazimê îhtiyaca te ye. Lewra di navbera sebeb û musebebê de, quwet û emelê de, munasebet lazim e; gere zehf kêm û noqsan nebe. Nîspeta ilm û şuûra te ya bi te re, li ba nîspeta nezer û ilmê Xaliq a bi te re, qasî mûyekî ye. Lewma, bi hiş û ilmê xwe yê ku pir piçûk û cuzî ye, berbirê ilm û nezera Şemsê Ezelî neyê û nebe wek wê kêzika teysok ku di nava royê û di bin rojê de, mubarezeyê tava rojê dike, berbirê wê tavê tê.