Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Her wuha, di alema kesîf û maddî de, maniyeke ku ruhaniyan ji deweranê, cînniyan ji cewelanê, milyaketan ji seyeranê bike, tune ye.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Di tiştên nûr û nûranî yên wek çav û lambe û rojê de, cuzî, kullî, cuz, kul, yek, hezar, wekhev in. Belê, li rojê binêre! Bi tîmsala wê, hemû tiştên şeffaf ên wek gersitêrk û behr û hewz û dilop û pelqik tev, bi hêsaniyeke tam, diteîsin, diçilwilin. Her wuha, Şemsê Ezelî, di vê kitêba kaînatê de, hemû bab û fesl û rêz û hevok û herfan, carekî de û bêkulfet, dinivîse. Û di ba’sul ba’del mewtê (vejîna piştî mirinê) de jî, eynî ev hêsayî, heye. Qurana Kerîm awha ferman dike ku “Xulq û vejîna we tevan, wek xulq û vejîna nefsekî tenê ye.” 1

   Merivê ku bala xwe bide wan zerreyên gerok –ku her tiştî tevdigerînin û piştî ku heta ewî heddê xwe yê kifşe hereket dikin û paşê disekinin– fêhm dike ku; li hudûdê her tiştî de, nobetdarekî hudûd heye ku zerratê her tim tevdigerin, dide sekinandin û paşta vedigerîne. Men’a wan zerreyan ji fûrîn û derketinê, dike. Ew nobedara jî, tecelliya ilmekî muhît e ku ew tecelliya diqulibe qederê, ew qedera jî, dizivire mîqdarê, ew mîqdara jî, vedigere qalibê. Nexwe, her tişt, ji zerratê hundirê xwe re, qalibek e.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ayetên Quranê çawa hevûdu tefsîr dikin; ev kitêba alemê jî, qismekî wê, qismekî wê yê din tefsîr dike. Mesela, çawa ku alema maddiyatê, ji bo cezba nûrên nîmetên Xweda Teala, bi hewcedariyeke heqîqî, muhtacê rojê ye; alema manewiyatê jî, ji bo hildana tavên rehmeta îlahî, muhtacê ronahîya roja pêxembertiyê ye. Lewma, pêxembertiya Resûlê Ekrem Eleyhisselatû Wesselam, qasî dereca qetiyet û eyaniya rojê, qetî û eyan e.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ew encam û fêkiyên ku girêdayî wucûda jîndaran e, tenê mexsûsê şexs û menfîet û hebûn û kemala wî bi xwe, nînin. Ji wan fêkiyan, tenê hissek, aîdê wî ye. Piraniya wê, yên mayî, dizivirin bal Xaliq. Ya aîdî jîndaran, piştî demeke dirêj, pêk tê. Qismê ku li Xaliq dinêre, carekî de pêk tê. Mesela, ew jîndara, bi mazhariyeta tecelliya esmayê husna, Xaliq bi wesfên kemalê diwesifîne û bi lîsanê halê xwe, hemdê dike. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat