Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Lewra, qeyyûmê wan mîsalên mîsalî, ew e.

   Ya çaran:  Hebbe û perçeyeke evê wucûda maddî, dikare alemeke wê wucûda mîsalî, di xwe de hilgire. Ev her çar hukmên han, di navbera Wacîb û alema mumkînatê de jî, carî ne. Lewra, ji ber ku wucûda mumkînatê, siyeke ji nûra Wacib e, di mertebeyeke wehmî de ye. Bi emrê Wacîb, dikeve wucûda xarîcî ya maddî. Sabît û berqerar dimîne. Nexwe, çawa ku wucûda mumkînat, ne wucûdeke heqîqî ya xarîcî ye; wusan jî, siyeke wehmî yan jî zaîl jî, nîne. Lê, wucûdeke wusan e ku tenê bi îcada Wacîbul Wucûd, heye.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Çawa ku xwedanekî evê alema rind û delal tunebe, muhal e; her wusa jî, muhal e ku xwe bi însanan nede zanîn û nede nasînê. Lewra, însan rindiya alemê ya ku delaletê kemalata xwedî dike, dibîne û xelîfeyekî erdê yê wusan e ku di dunyaya ku jê re wek dergûşê hatiye çêkirin de, li gor dilê xwe teserruf dike. Hetta bi aqilê xwe, li asîmanê dunyayê jî, dixebite. Û bi tevî piçûktî û zeîftiya xwe, bi teserrufa xwe ya balkêş a xarîqe, unwanê “eşrefê mexlûqat” sitendiye. Û ji ber ku di dest de cuzî îxtiyarî heye, di nav sebeban de, xwedî selahiyeteke herî fireh e. Zerûrî ye ku Malikê Heqîqî, bi wasiteya pêxemberan, xwe bi ebdên xwe yê awha bilind lê xafil, bide zanîn û nasîn. Da ku ilmetê wan, haya wan, bi emr û daxwaza ewî Malikî çêbe.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Min dît ku hemû hasseyên însan, heta bigre hestên wî yên wehm û ferz û xeyal jî, dawiya dawîn dizivirin û bi hev re dexalet û îlticayê bal heqqê dikin. Û tu îmkan û îhtimaleke batilê tune ye. Û kaînat bes, eynî bi awayê ku Quran dibêje, wusa ne.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Di navbera alemên wek alema ronahiyê û alema germahiyê û alema hewayê û alema kehrîbayê û alema alektirîkê û alema cezbê û alema esîr û alema misal û alema berzaxê de, tengaya cîh û muzaheme, tune ye. Ev alemanan, bêîxtilal û bêyî pevçûn û lihevxistin, di cîhekî piçûk de dicivin.

   Her wuha, mumkun e ku alemên xeybî yên pir û pir fireh jî, di vî erdê piçûk de, bicivin. Belê, hewa û av, ji meşa însan re; cam, ji derbasbûna tavê re; cîsmên tîr û hişk, ji tîroj û şuaya rotgenê re; ji nûra aqil re; ji ruhê milyaketan re; ji herikîna tîn û germahîyê û ji cereyana elektirîkê re, nabe manî û asteng. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat