Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Wuhareng, nîmetên wek elmas, li şirîta zemanê ku te derbas kiriye ve, hatine daliqandin û rêz kirine. Tam dixe şiklê gerdeniyekê yan jî fîhrîsteyeke celeb û cûreyên nîmetan. Lewra, di her qonax û rewş û hal û helwestên wucûda te ya borî de, wê ji te were pirsîn ku “Te ev nîmetanan, çawa bi dest xist in? Tu bi çi, musteheq bûyê? Gelo te şukrê wê kir?” Lewra, ew rewşên ku diqewimin, tabîyê pirs û berpirsiyariyê ne. Lê halên ku nehatine wucûdê û neqewimîne, nakevin bin mesûliyetê. Rewşên te yên ku te derbas kirine, wuquat in. Halên te yên pêşerojê, adem û tune ne. Hebûn, mesûl e, lê tunebûn ne mesûl e. Êdî ku wusan e, lazim e nîmetên ku te di dema borî de, şukra wan eda nekirine, şukra wan qeza bikî.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Halekî awha heye ku însan bilind dike û bi serkele davêje felaketan:

   Musteheqiyê nadin ber çavan û derbarê teqdira heqê de, îfratê yan jî tefrîtê dikin. Û li quwet û qîmetê nanêrin û dikevin bin barekî giran yan jî piçûk. Wuhareng, rewşên xeyrî însaniyên wuha, însanan ji însaniyetê derdixînin; yan sewqê zulmê yan jî sewqê derewan dikin.

   Mesela, gava meriv zanîna hemû karên eskeriyê, ji neferekî mumessîlê firqeyekekî esker, yan jî nîşandana ezameta rojê, ji tîmsala wê ya di dilopeke avê de, bixwaze; bêînsafiyeke herî mezin e. Lewra di navbera wesif û wesifînê de, ferq heye. Mesela, tîmsala rojê ya dilopekî de, wesfên rojê dide nîşandan, lê ne mumkun e ku bi wan wesfan ve, wesifkirî be.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Di new’ê wucûdê de, tengavî tune ye. Yanî gelek alem û rewşên pir zêde, li qada wucûdê, dicivin û bicîh dibin.

   Mesela, gava tu wextê şev, bikevî odeyeke ku dîwarê wê bi cam in û tê de lambe vêdikeve, tu yê di camên ku di hukmê pencereyeke alema mîsalê de ye, gelek menzîl û odeyan bibînî.

   Ya duduyan: Gava tu li odeyan rûnê, bi rihetî dikarî di wan odeyên mîsalî de, bi her awayî guherîn û qulibîn û teserrûfê bikî.

   Ya sisêyan: Ew alektirîka di odeyê de, ji mîsala alektrîkê ya herî dûr re, herî nêzîk e.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat