Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Lewra ji ber ku nezera wan, mehdûd û muqayed e, nikarin heqîqeta mutlaq dorpêç bikin. Evana tenê dikarin aliyekî heqîqetê bibînin û bi îfrat û tefrîtê, dest bi xebatê dikin. Lewma, ahengê xerab dikin û muwazeneyê ji hevda dixin.

   Mesela, ji bo keşfa defîneyeke hêja û bi xeml û bi cûreyên cewheran tijî, çend heb meriv, noqî binê behrê dibin. Di binê behrê de, gava lêgerînê dikin, perçekî elmasê dirêj dikeve destê yekî. Qirar dide ku tevaya defîneyê, ji elmasên bi vî awayî, pêk tên. Paşê gava ji hevalên xwe, behsa cûreyên cuda yên cewheran dibhîse, ew çax xeyal dike ku ew cewherên ku wana dîtine, neqşên ewî elmasê wî ne. Yê din, yaqûtekî gilover dibîne. Hevalê wî yê din jî, cûreyekî wî yê din dibîne. Her wuha, her yekî wî, bawer dike ku tevaya defîneyê, ji wî cûreyên ku ewî dîtiye pêk tê û cûreyên ku hevalên wî dîtine jî, zêdeyî û teferûatên defîneyê ne. Wuhareng, muwazene wunda dibe û aheng namîne. Paşê ji bo keşf û şîroveya heqîqetê, dest bi tewîl û tekellufê dikin. Hetta hinek heta înkara defîneyê jî, diçin.

   Belê, kesên ku bala xwe dane eserên ewan ehlê Îşraqî û ehlê Tesewwufê yên ku bêyî mîzana sunnetê, îtimad bi meşhûdatê xwe dikin, dê heq bidin van gotinên min. Dê bêtereddud qebûl bikin. 

   Ey heval! Di benî beşer de, sebebê wan firqeyên ku bi cimaetî, ketine dalaletê, ji qusûra îmamên wan in. Belê, îmamê wan her çiqas qala batinê kirine jî, îtimadê bi meşhûdatê xwe kirine û qîma xwe pê anîne û nîvê rê de zivirîne. Û musteheqê gotina

شَيْئًا وَغَابَتْ عَنْكَ اَشْيَاءُ

ê bûne.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Xweda Teala, te ji tunetiyê, aniye hebûnê. Di nav gelek reng û rewşên wucûdê de, aniye derxistiye asta herî bilind û sûretê însan û sifetê muslîm daye te. Ji destpêka jiyana te, heta sûretê wê yê dawiyê, her yek ji wan gelek qonax û reng û rewşên navbera wan, qeydê deftera te ya nîmetan bûne. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat