Ku her yek ji vana jî, li gora xwe şert û rewşên wan hene. Ewê ku van şert û perdeyan tevlihev bike û ji hev dernexe, dikeve xeta û xeletiyê û rêya xwe şaş dike. Mesela, merivekî ku di tewlekî de, şihîniya hespekî bibihîse, di qesreke bilind de, naxmeya bilbilê û dengê wê yê xweş dibhîse. Ger ewê naxmeyê û şihîniya hespê ji hev ferq neke û ji bilbilê, şihîniyê bixwaze; ew çax, di nav xwe de dikeve efsenetî û nakokiyê.
Î’lem eyyuhel ezîz! Sebebekî xweşiya jiyanê û dilgeşiya heyata dunyayê, nûrên hîdayetê ne ku di neynika dunyayê de diteîsin û tîmsalên wan însanên mezin ên ezîz û delal in. Belê, pêşeroj, neynika paşerojê ye. Paşeroj, gava koçî berzexê, yanî alema din dike û diqulibe wir, şekl û şemala xwe û dunya xwe, emanetê neynika pêşerojê û tarîxê û bîr û mêjiyê însanan dike. Bi muhebbet û sohbeta bi wan re ya bi manewî û xeyalî, muhebbeta dunyayê şirîn dibe. Mesela, merivekî ku di rêya xwe de, neynikeke mezin a ku tê de, tîmsal û resmên heval û eqrebayên xwe hene, dibîne; qesta çûyîna tevlî wan merivên ku çûne memleketê ber bi aliyê rojhilatê, nake û bi wan tîmsalên hundirê neynikê re mijûl û bilî dibe. Va ye ev meriva, gava ji xefletê hişyar dibe, dibêje, “Heywax, ev çî ye ez dikim! Evana xweşab nînin, serab in. Mijûliya bi van, ezîztî nîne, ezab e.” û bo bighêje hevalên xwe, dest bi amadekariya rêwîtiya rojhilatê dike.
Î’lem eyyuhel ezîz! Delîlên herî rast yên derheq heq û heqîqetbûna Qurana Mucîzul Beyanê da:
1- Hemû îqtiza û lazimên tewhîdê –digel mertebeyên wê– muhafeze dike.
2- Li gorî îcab û munasebeta esmayê husna, rîayetê muwazeneya di nav heqîqetên alî yên îlahî, dike.
3- Kar û kiryar û îcraatên ku aîdê rubûbiyet û ulûhiyetê, bi muwazeneyeke tam, tîne ba hev û dicivîne.
Ev xasiyeta Quranê, çawa di eserên beşer de tunin, her wusa, di netîceyên fikrên ewliya û wan mezinên dinê yên ku derbasî aliyê melekûtê bûne de jî, nehatine dîtinê. Û ehlê Îşraqî yên ku noqê nava eşya bûne û ehlê rûhanî yên ku nufûzê alema xeybê dikin jî, evê xasyeta Quranê nekarîne bibînin.